Parêzer Îrem Komurcu: Kuştinên jinan êdî bûye wek qirkirina zayendê

  • 09:03 7 Hezîran 2021
  • Hiqûq
Oznur Deger
 
ENQERE - Fatma Hulya Yildiz ya ji aliyê mêrê ku xwest dest jê berde ve hat qetilkirin, kujerê wê rastî cezayê muebeta giran hat. Parêzer Îrem Esra Komurcu Altun derbarê darizandinê de axivî û got ev biryar wê di dozên din de jî mînak be û got: “Ne cil û berg, ne rewşa baş, ne axaftina nerm, tu tiştek nebû sedema daxistina ceza. Gumanbar ceza xwe girt.”
 
Ji sala 2019’an ku bi desthilatdariyê Peymana Stenbolê ji nîqaşê re vekir, heta niha li gorî daneyên ajansa me Jinnewsê kom kirine herî kêm 926 jin hatine qetilkirin û 304 jî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Piranî jin ji aliyê mêrên nêzî xwe ve hatin qetilkirin. Jinên li her qadê berxwe didin, li dijî polîtîkayên bêcezabûnê têdikoşin.
 
Tevî biryara dûrxistinê hat qetilkirin
 
Yek ji jinên ku ji aliyê mêrê nêzî xwe ve hat qetilkirin Fatma Hulya Yildiz bû û lêgerîna edeletê ya xizmên wê 5 salan berdewam kir. Di 2016’an de Fatma Hulya Yildiz xwest dest ji Mehmet Nevzat Yildiz berde. Fatma Hulya sê salan bi du zarokên xwe re li Keçîoren a Enqereyê jiya. Fatma ku ji tehdîdên gumanbar xilas nebû  biryara dûrxistinê girt lê tevî vê biryarê di 10’ê tebaxa 2019’an de hat qetilkirin.
 
Kujer bê ceza nema
 
Gumanbar piştî bûyerê reviya Stenbolê û di lêpirsîna hat meşandin de bi nasnama sexte hat girtin. Bi mehan bû ji sûcên ‘ji qestî û bi ezyetkişandinê hevjîn kuştin’, ‘binpêkirina destnedana malê’, ‘dizî’ hat darizandin. Di rûniştina 4’ê hezîranê ya li 37’emîn dadgeha cezaya giran a Enqereyê hat dîtin de  ji sûcê ji qestî û plankirî kes kuştin rastî cezayê muabetê hat. Gumanbar ku seranserê darizandinê argumanên olî bikar anî û hewl da xwe xilas bike, xwe xilas nekir û cezayê ku heq dikir girt.
 
Ji parêzerên Fatmayê Îrem Esra Komurcu Altun derbarê dozê de nirxandin kir û got ew li aliyekî xemgîn û li aliyekî jî kêfxweşin û wihagot: “Encama ku me dipa hat girtin. Ji sala 2016’a heta niha biryê dûrxistinê hene. Biryarên ku hevjîn ji ber nedayîna nefeqeyê direve, hene. Yanî Fatma her tim di darazê de bûye. Fatmayê her tim hewl daye, bi zarokên xwe re bajarê xwe terk kiriye û hatiye Enqereyê jiyanek nû ava kiriye. Mixabin gumanbar ew rehet bernedaye.”
 
‘Jiyana taybet nehat destgirtin’
 
Îrem, destnîşan kir ku gumanbar wê û zarokên wê dişopîne û li ber derî dipê, plan dike ku ji hundir deve û wê qetil bike û wiha bi lêv kir: "Em wek Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin tevlî dosyayê bûn. Em bi parêzerên  malbatê, parêzerên Navenda Mafê Jinan a Baroya Enqereyê û parêzerên din re kolektîf xebitîn. Di dosyayê de ji îdianameyê bigirin heta biryarê, biryarên mînak ji bo dosyayên din hebûn. Berovajî dosyayên din, di vê dosyayê de tevî hewldanên aliyê hember, jiyana taybet a jinê nehat dest girtin hesabên çapemeniyê yên jinê nehatin destgirtin. Nîqaşa ‘jin dayikek baş e an na’, ‘hevjînek baş e an na’ nehat kirin. Ev gelek girîng e. Gumanbar encama dosyayê de cezayê muebetê girt. Her wiha ji ber pereyê  Fatmayê diziye jî ceza girt. Edeletê vê carê cihê xwe girt. Em kêfxweşin. Kuştinên jinan êdî bûne wek qirkirinên zayendê. Divê ewil ji vir darizandin bên kirin.”