Elif Tirenç: Ji ber parastina mafên jinan em tên darizandin

  • 16:24 3 Hezîran 2021
  • Hiqûq
AMED - Rêvebera Komeleya Jinan a Rosayê Elîf Tîrenç Îpek Ûlaş di danişîna doza jê tê darizandin de got tenê ne ew komele jî tê darizandin û anî ziman ku ji ber mafên jinan diparêzin tên darizandin.  
 
Derbarê rêvebera Komeleya Jinan a Rosayê parêzer Elîf Tîrenç Îpek Ûlaş de ji ber xebatên komeleyê bi îdiaya “endama rêxistinê ye” doz lê hatiye vekirin. Danişîna ewil a Elîfê li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Elîf û parêzerên xwe Newroz Ûysal, Oyku Çakmak û Asya Cemre Işik di danişînê de amade bûn. 
 
Di danişînê de îdianame hat xwendin û Elîf parastina xwe kir. Elîfê destnîşan kir ku tenê ne ew di heman demê de komeleya wan jî Komeleya Rosa jî tê darizandin, hêj salek û nîvê komeleya wan neqediyabû operasyona li hember wê pêk hat.Elîfê da zanîn ku ew sûcdariyên li ser xwe red dike û bi destê şahidê veşarî senaryoyek xerab hatiye nivîsandin. 
 
Dozger ango meqamê îdiayê xwest ji bo ku şahidê veşarî bi navê “ZS35SN58UJV52FGIO” were guhdarkirin çi hewce be were kirin. 
 
Parêzerên Elîfê jî miwekîla xwe parastin û xwestin were beraetkirin. 
 
Şandeya dadgehê biryara guhdariya şahidê veşarî ku nayê zanîn kîjan rojê ye da û danişîn taloqî 4’ê cotmehê kir.