Ji Leyla Guven re cezayê hepsê xwestin

  • 13:30 2 Hezîran 2021
  • Hiqûq
COLEMÊRG - Derbarê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven de bi hinceta gotina ‘Rêzdar Ocalan’ doz hatibû vekirin. Rûniştina dozê hate kirin, dozger xwest cezayê girtîgehê li Leylayê were birîn.
 
Ligel ku dadgehê di 2012’an de biryar dabû ku gotina ‘Rêzdar Ocalan’ a ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di çarçoveya "azadiya îfadekirinê ye" ji ber gotina ‘Rêzdar Ocalan’ doz li Hevseroka Kongreya Civakên Demokratîk (KCD) Leyla Guven hatibû vekirin. Rûniştina pêşîn a dozê li 2'eîmîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Colemêrgê hate kirin.
 
Bi heman mebestê Dadgeha Cezayê Asliye ya Şirnexê jî doz li Leyla Guven vekiribû. Parlementeriya Leyla Guven di 4’ê Hezîrana 2020’an de hatibû xistin. 
 
Leyla gunve ji Girtîgeha Xarpêtê bi rêya Pergala Deng û Dîmen  (SEGBÎS) tevlî rûniştina dozê bû. Leya Guven got “Di daxuyaniya min de tiştekî bibe sûc tune ye.” 
 
Parêzer Serdar Çelebî jî diyar kir ku di biryarên darizandinê, Dadgeha Makeqanûnê û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de jî ev îfade ne sûc e.
 
Dozger xwest ji 3 salan heta 5 salan cezayê girtîgehê li Leyla Guven were birîn û doz taloqî 22’ê Îlonê kir.