Ji ber rojnamegertiya kiriye 10 sal ceza jê re tê xwestin

  • 12:10 2 Hezîran 2021
  • Hiqûq
AMED - Serdozgeriya Komarê ya Amedê, di îdanameya ku derheqê Ayşe Kara de amade kir, jê re heta 10 salan cezayê girtîgehê xwest. 
 
Rojnameger Ayşe Kara di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Amedê derbarê Kongreya Civakên Demokratîk (KCD) de dabû de di 26'ê Hezîrana 2020'î de hatibû binçavkirin. Ayşe piştî ku hat binçavkirin bi 3 rojan di 29'ê Hezîranê de bi şetê kontrola edlî hatibû berdan. Li ser vê Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê Ayşeyê de bi sûcdariya "endamtiya rêxistinê" îdaname amade kir. Di îdanameya hat amadekirin de dozger, ji bo Ayşeyê heta 10 salan ceza xwest. 
 
Şopandina nûçeyê bû delîlê sûc
 
Di îdanameya hat amadekirin de hat îdakirin,  "Ayşe endama Kongreya Jinên Azad (KJA) û enda Komeleya Rojnamegerên Azad e, di nava KCD'ê de xebitiye." Herwiha di îdanameya derheqê Ayşeyê de hat diyarkirin ku di sala 2016'an de ji bo nûçe bişopîne li Mêrdînê bûye û Meşa Botanê" ya Patiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) jî cih digirin. 
 
Di Îdianameyê de, ji Îfadeya Ayşeyê re jî cih hat dayîn. Ayşe diyar dike ku ew ne endama KCD'ê ye, lê ew wekî rojnameger tevli çalakiyên KCD'ê yên derbarê çapemenî û kongreya wan bûye. Herwiha Ayşe dibêje ku ew ji ber rojnameger e endama Cemiyeta Rojnamegerên Azad e û ne endama KJA'yê ye. 
 
Dozger, piştî lêkolîna li ser dosyayê kir derbarê Ayşeyê de bi îdaya "endama rêxistinê ye" heta 10 salan ceza xwest. 
 
Îdanameya ku hat amadekirin ji alyê 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin.