Danişîna doza hevşaredar Berîvan Kutlu hat taloqkirin

  • 15:40 1 Hezîran 2021
  • Hiqûq
ŞIRNEX - Danişîna doza Hevşaredara Cizîrê Berîvan Kutlu hat dîtin. Danişîn taloqî 7'ê cotmehê kirin. 
 
Hevşaredara Cizîrê Berîvan Kutlu ku ji peywirê hatibû girtin û qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin, di dîrokên cuda de bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê"  derbarê wê de lêpirsîn hatibû vekirin. Dosyayên wê bi hev ve hatin girêdan û 22’yemîn danişîna wê li Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê hat dîtin.
 
Berîvan, li Edliyeya Cizîrê bi SEGBÎS'ê tevlî danişînê bû. Parêzerê Berîvanê jî di danîşanê de amade bû. Di danişîna ku bi tespîta nasnameyê dest pê kir de Berîvan parastina xwe kir. Berîvan, diyar kir ku ew sûcên li hatine kirin qebûl nake û wiha got:" Ew îfadeyên ku li ser min hatine dayîn ez qebûl nakim. Her wiha dosyayên ku di dîrokên cuda de hatibûn vekirin û bi hev ve hatin girêdan jî qebûl nakim. Em baş dizanin ku bi vê rêbazê dixwazin ku ceza bidin. Ez ji van dosyayan beraatê dixwazim.”
 
Piştî parastinê heyeta dadgehê danîşan taloqî 7'ê cotmehê kir.