Derbarê bersûc Mûsa Orhan de biryara girtinê nehat dayîn

  • 13:12 1 Hezîran 2021
  • Hiqûq
 
SÊRT - Daneşîna 3'yemîn a Doza çawîşê pispor Mûsa Orhan ê ku tecawzî Îpek Er kir û bû sedema mirina wê jê tê darizandin hat taloqkirin. Biryara girtinê nehat dayîn. 
 
Daneşîna 3'yemîn a doza çawîşê pispor Mûsa Orhan ê tecawizî Îpek Er kir û bû sedem ku întîhar bike û jiyana xwe ji dest bide jê tê darizandin li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê pêk hat. Li daneşînê parêzerên malbata Îpekê amade bûn, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Feleknas Uca, Nuran Îmîr û Sidik Taş, aktîvîstên TJA'yê, nûnerên KESK'ê, yên Partiya Herêmên Demokratîk ên Sêrt û Êlihê jî li daneşînê amade bûn. 
 
Bersûc Mûsa Orhan û parêzerên xwe jî ji Enqereyê bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tevli daneşînê bûn. Şandeya dadgehê danişîn taloqê 16'ê îlonê kir. Her wiha biryara girtinê nehat dayîn.