Daneşîna doza ku bersûc Musa Orhan jê tê darizandin dest pê kir

  • 10:49 1 Hezîran 2021
  • Hiqûq
 
SÊRT - Daneşîna 3'emîn a Doza çawîşê pispor Musa Orhan ê ku tecawziî Îpek Erkir û bû sedema mirina wê jê tê darizandin dest pê kir. Rojnamegerên ku ji bo nûçe bişopînin xwestin bikevin edliyê jî negirtin hundir. 
 
Daneşîna 3'emîn a doza çawîşê pispor Musa Orhan ê tecawizî Îpek Er kir û bû sedem ku întîhar bike û jiyana xwe ji dest bide jê tê darizandin li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê dest pê kir. Li daneşînê parêzerên malbata Îpekê amade bûn, parlamenterên Paritya Demokratîk a Gelan (HDP) Feleknas Uca, Nuran Îmîr û Sidik Taş, aktîvîstên TJA'yê, nûnerên KESK'ê, yên Partiya Herêmên Demokratîk ên Sêrt û Êlihê jî li daneşînê amade bûn. 
 
Bersuc Musa Orhan û parêzerên xwe jî ji Enqereyê bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tevli daneşînê bûn. 
 
Rojnamegerên ku xestin dozê bişopînin ji aliyê polîsan ve bi hinceta biryara dadgehê ya bila rojnameger nekevin hundir heye ji edliyê hatin derxistin. 
 
Daneşîn bi parastina parêzeran didome.