Aktîvîsta TJA’yê Umran Batûray beraet kir

  • 15:38 28 Gulan 2021
  • Hiqûq
 
AMED - Aktîvîsta TJA’yê Umran Batûray ji doza bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” hat beraetkirin. 
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Umran Batûray bi îdiaya “endama rêxistinê ye” û “propaganda rêxistinê kiriye” negirtî dihat darizandin. Danişîna duyemîn a doza Batûray li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Umran Batûray û parêzera xwe Semra Balyan li danişînê amade bûn. 
Dozger xwest Umran Batûray ji her du îdiayan were cezakirin. Parêzer Semra Balyan parastina miwekîla xwe kir, sûcên li ser miwekîla xwe qebûl nekir û xwest were beraetkirin.  
 
Şandeya dadgehê diyar kir ku tewanbariya li ser Batûray ji ber ku ne sabît e biryara beraetê da.