Ji bo bersûcê Doza Pirsûsê 34 caran cezayê muebetê hat xwestin

  • 14:08 27 Gulan 2021
  • Hiqûq
 
RIHA - Dozgerê mutaalaya Doza Komkujiya Pirsûsê eşkere kir ji bo Yakup Şahin ê yekane bersûcê girtî ya dosyayê 34  caran cezayê muebetê hat xwestin.
 
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 20’ê Tîrmeha 2015’an de DAIŞ’ê li ber Navenda Çandê ya Amarayê li dijî şahiya ciwanên sosyalîst ku dixwestin biçin Kobanê teqînek xwekuj pêk anî. Di teqînê de 33 ciwanî jiyana xwe ji dest dan. Têkildarî teqînê doz hatibû vekirin. Danişîna 19’emîn a Doza Pirsûsê li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê hat lidarxistin. Malbatên qurbaniyan, parêzer, Parlamentera HDP’ê Ayşe Surucu, Hevşaredara Pirsûsê ya qeyûm danîn şûna wê Hatîce Çevîk beşdarî danişînê bûn. Ji ber pandemiyê hindik kes berdan eywana danişînê. 
 
Tenê bersûcekî girtî yê dozê heye û ew jî Yakûp Şahîn e. Heta niha carekê jî neanîne eywana danişînê. Di vê danişînê de jî bi rêya dîmen û deng (SEGBÎS) ji Girtîgeha Rihayê ya Tîpa T beşdarî danişînê kirin. Danişînê bi tespîta nasnameyê dest pê kir û dozgerê dozê biryar ango mutalaya xwe pêşkêşî şandeya dadgehê kir. 
 
Dozger di mutalaya xwe de xwest bersûc Yakûp Şahîn 34 caran bi cezayê heta hetayê yê girankirî were cezakirin. Her wiha hat xwestin dosyeya bersûcên firar Îlhamî Balî û Denîz Buyukçelebî jî ji dosyeya giştî were cihêkirin.