Daneşîna doza rojnameger Roza Metîna hat taloqkirin

  • 13:15 27 Gulan 2021
  • Hiqûq
 
AMED - Yekemîn Daneşîna Doza derbarê rojnameger û nivîskar Roza Metîna de hatibû vekirin taloqî 14'ê Îlonê hat kirin. 
 
Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve di 20'ê Mijdara 2020'î de di çarçoveya lêpirsîna derbarê Kongreya Civakên Demokratîk (KCD) de operasyon hatibû destpêkirin û rojnameger nivîskar Roza Metîna jî di nav de gelek kes hatibûn binçavkirin. Daneşîna yekema a doza derbarê Roza Metîna de ku bi îdaya "endamtiya rêxistinê" hatibû vekirin li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Li Daneşînê Roza û parêzerê xwe Resul Temur amade bûn. 
 
Roza xwest bê beraetkirin
 
Di daeneşîna ku piştî tespîta nasnameyê îdaname hat xwendin de Roza parastina xwe kir. Roza diyar kir ku ew rojnameger e, endama Komeleya Nivîskarên Kurd e û komele jî komeleyek qanûnî ye. Roza derbarê pirtûkên ku li mala wê hatin desteserkirin de jî diyar kir ku ew rojnameger û nivîskar e û ew pirtûk jî bi armanca lêkolînê anîne malê. Roza diyar kir ku tu têkiliya wê bi KCD'ê re tune ye û xwest ku bê beraetkirin.
 
'Pirtûk ne delîlên sûc in'
 
Parêzerê Rozayê Resul Temur jî diyar kir ku nasname û belgeyên li avahiya KCD'ê hatine dîtin ji aliyê kê ve û bi çi armancê hatine amadekirin ne diyar e û got ku divê muwekîla wî ji ber van ney êdarizandin. Resul anî ziman ku divê muwekîla wî ji ber  pirtûkan neyê darizandin û pirtûk ne delîlên sûc in. 
 
makamê îdayê xest ku kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin. 
 
Heyeta dadgehê derbarê Rozayê de xest mutala bê bê amadekirin, biryar da ku dosya ji dozgeriyê re bê şandin û doz taloqî 14'ê Îlonê kir.