Doza Sebahat Tuncel û Gultan Kişanak hat taloqkirin

  • 16:46 21 Gulan 2021
  • Hiqûq
 
MELETÎ - Danişîna doza siyasetmedar Sebahat Tuncel û Gultan Kişanak cara 11’an hat taloqkirin. 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a berê Sebahat Tuncel û Hevşaredara Amedê Gultan Kişanak bi îdiaya “endamên rêxistinê ne” û “propaganda rêxistinê kirine” tên darizandin. Danişîna 11’emîn a dozê li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê hat lidarxistin. Gultan ji Girtîgeha Kandirayê û Sebahat jî ji Girtîgeha Sîncana Enqereyê bi rêya deng û dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Parêzerên wan Mehmet Emîn Aktar, Mesût Beştaş û Cîhan Aydin jî ji Edliyeya Amedê bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn û parêzer Hasan Dogan jî li eywana danişînê amade bû. 
 
Di danişînê de ewilî Gultan axivî û bersiva pirsa şandeya dadgehê ya derbarê Komeleya Sarmaşikê ku bi KHK’ê hatibû girtin de da û got: “Ev sûcdariyên we mîna senaryoyê ne. Dema AKP alîkariyê dike sûcdar nabe, ku ez bikim dibim ‘terorîst’. Feqîr feqîr e ma qey cihêkariya vê dibe?” 
  
Pişt re Sebahat parastina xwe kir û Doza Kobanê ya li Enqereyê tê lidarxistin bi bîr xist û destnîşan kir ku siyasetmedarên kurd bi fen û fûtan tên darizandin û hiqûq û edalet li holê nemaye û hiqûq û daraz ketiye destê îqtidarê. 
  
Pişt re parêzeran parastina miwekîlên xwe kirin. Parêzer Cîhan Aydin destnîşan kir ku ev 4 sal in miwekîlên wan tên darizandin û êdî ew hejmara dozgerên li dozê dinêrin hatine guherîn nizanin. Cîhan, anî ziman ku karê dozger û dadger dikin neheqiyeke li cubeyê li xwe dikin û di her danişînê de jî sûcek cuda derdixin pêşberî wan. Cîhan got ev 4 sal in di danişînê de gotinek nemaye ku negotine û belgeyek nemaye ku pêşkêşî wan bikin û hêj miwekîlên wan nayên berdan.  Cîhan da zanîn ku tu hêviyek wan ji dadgehê nemaye û got: “Êdî em bi fikar in ku hûn dadgeh in. Birêz dadger hin bêtir me bi vê leyîstoka darazê egle nekin. Qet nebe rûmeta pîşeya xwe biparêzin.” 
 
Dadgehê piştî navberek kin biryara xwe eşkere kir. Dadgehê bi hinceta li benda sekinandina nivîsa muzekereyê ku ji 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê, agahiyên derbarê Komeleya Sarmaşikê de ku werin, biryara dewama girtina Tuncel û Kişanak da û danişînê taloqî 22’yê tîrmehê kir.