Gulser Yildirim: Îktidar li ser xwîna gelan rûdinê

  • 14:13 20 Gulan 2021
  • Hiqûq
ENQERE - Gulser Yildirim a di Doza Qirkirina Siyasî ya Kobanê de parastin kir wiha got:"Azadî, aştî û demokrasî ji bo gelan e. Îtktidar jî li gor berjewendiyên xwe tev digere. Yên do digotin em ji xizaniyê hatine îro li ser xwîna gelan rûdinên. Ew salatana xwe didomînin. Ev ne heq û edalet e. Ev zihniyeteke bi nexweşî ye. Em jî ji bo wekhevî, edalet, azadiyê têdikoşin."
 
Danişîna duyemîn a Doza Kobanê ku rêveberên HDP’ê jî di nav de 28 jê girtî 108 siyasetmedarên ji siyaseta kurd tên darizandin di roja duyemîn de bi parastinan berdewam dike. Danişîn li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ku li Kampûsa Girtîgeha Sîncayê ye tê lidarxistin. 
 
Piştî Gultan Kişanak danişîn bi parastina endamê MYK'a HDP'ê Gunay Kubilay, Zeynep Olbeci û parlamentera HDP'ê ya serdema berê Gulser Yildirim dewam kir. 
 
Li eywanê tercumanê kurdî tune ye!
 
Gulser Yildirim a ku mafê axaftinê girt da diyarkirin ku ew ê daxwazên redî hakim bi kurdî bike. Li ser vê yekê heyeta dadgehê wiha got:"Hûn bidomînin. Tercuman tune ye piştre em ê çareser bikin."
 
Gulser a bêhiqûqiya dadgehê anî ziman wiha axivî:"Ev doza astengkirina siyaseta kurd e. Ev zilm zihniyeta rejîma yek mêrî ye. Ev zihniyet heta bidome dê ev pirsgirêk jî bidomin. Hemû mafên me dixin bin lingan. Ev ne di ol ne jî di îmanê de heye. AKP olê bi kar tîne dibêje ez misilman im lê belê tiştên eleqeya wê bi misilmantiyê re tune ye dike. Ji mêj ve li ser gelê kurd komkujiyê didomînin. Gelê kurd ne misilman e?"
 
Gulserê da zanîn ku tê xwestin ew di nava çar dîwaran de asê bên hiştin û wiha got:"Ez bawer nakim ev dadgeh heqîqetê tîne ziman. Dixwazin me di nava çar dîwaran de dîl bigirin. Divê hûn aştiyê têxe navbera gelan ne şer. Azadî, aştî û demokrasî ji bo gelan e. Îtktidar jî li gor berjewendiyên xwe tev digere. Yên do digotin em ji xizaniyê hatine îro li ser xwîna gelan rûdinên. Ew salatana xwe didomînin. Ev ne heq û edalet e. Ev zihniyeteke bi nexweşî ye. Em jî ji bo wekhevî, edalet, azadiyê têdikoşin."
 
Dadgehê saetek navber da rûniştinê.