Gultan Kişanak: Ji min re navên nûh nebînin ez kurd im, jineke kurd im

  • 14:10 20 Gulan 2021
  • Hiqûq
 
ENQERE - Gulten Kişanak a ku di doza qirkirina siyasî de pitşî Ayla Akat Ata axivî got, "Ez kurd im, jineke kurd im. Ji min re sifatên nûh nebînin."
 
2’yemîn danişîna Doza Kobanê ku rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de, 28 jê girtî 108 siyasetmedarên Kurd jê tên darizandina li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ku li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê ye di roja duyemîn de dewam dike. 
 
Piştî siyasetmedara Kurd a jin Ayla Akat Ata, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak dest bi parastina xwe kir. Gultan bi SEGBÎS’ê ji Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê beşdarî dadgehê bû. Gultan gotina serokê dadgehê “Xwezî we ev axaftin di Meclîsê de kiriba” ya ji bo Ayla Akat Ata kir, bi bîr xist û wiha axivî: “Ev doza, doza siyaset ji Meclîsê avêtinê ye. Ji kerema xwe re ji bo me demogojiyê nekin. Ev doz doza HDP’ê ya ku dixwaza aştî, demokrasî, azadî û hizûrê ji bo Tirkiyeyê bîne ye.”
 
‘Daraz bûye pêlîstoka siyasetê’
 
Gultan, anî ziman ku daraz ji bo ronîkirina cînayetan peywira xwe bi cih nayîne û wiha bilêv kir: “Axaftin û helwesta we vê yekê dide nîşandan. Ji bo ku ez dadger red bikim, min mafê axaftinê girt. Ez ne hiqûqnas im, lê hemû emrê min di nava têkoşîna maf, hiqûq û edaletê de, derbas bû. Êdî daraz bûye pêlîstoka siyasetê. Îro li welat, xweserbûna darazê, bûye pirsgirêkek mezin. Bi ser xizantiyan û têkiliyên mafyayê digirin. Divê endamên darazê xwe ji vê yekê rizgar bikin. Dibe ku hûn teqdîra patronên xwe jî bigirin. Cihê ku hûn lê ne serbixwe ye û ne jî hiqûqî ye, ji ber vê ez daxwaza redkirina dadger dikim.” 
 
'Ji bo hûn jî aştiyê bixwazin bixwînin'
 
Kişanak bal kişand ser pirsgirêka Kurd û wiha pê de çû: “Ez pêşniyar dikim ku hûn hinekê têkiliyên Kurd û Tirkan ên di dîrokê bixwînin. Dîrok Tirkiyeyê  û pirsgirêka Kurd bixwînin. Gelo çima ku nehat kirin? Çi demê, mirov li vî welatî daxwaza aştî û hizûrê bikin, bi dewletê re rû bi rû dimînin. Van hemûyan bixwînin. Ji bo ku hûn jî aştiya vî welatî daxwaz bikin, hinekê bixwînin.”
 
‘Ez jineke kurd im’
 
Guştan axaftina xwe wiha dewam kir: “Ez Kurd im Kurd. Ez jinek Kurd im. Ji bo min li navên nû negerin. Her kes li gorî hesabê xwe min dike ‘cudakar’, ‘komunist’ û ‘terorîst.’ Ez tenê mirovim, jinim û Kurdim. Dev ji vê xala reş berdin. Rastiyên di dîrokê de wê ronî bibin. Ji bo ku hûn xwe ji vê şermê xelas bikin, em şansekê didin we. Ez hêvî dikim ku hûn vê şansê baş bi nirxînin."
 
'Xwedî li HDP'ê derkevin'
 
Gutan di axaftina xwe de diyar kir ku HDP partiya Tirkiyeyê ye. Ger partiyek dikare Kurdan, Tirkan, Elewiyan, Sunniyan, Ermeniyan û jinan bîne ba hev, wê demê partiya Tirkiyeyê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî:" Hûn niha ne HDP’ê Tirkiyebûnê didarizînin. Hûn dibêjin ‘neyin gel hev.’ HDP rakirina ala wekheviya zayendî ya civakî ye. Hûn di vê dozê de dibêjin ‘jin û zilam ne wekhevin.’ Ev doz li dijî wekheviya jin û zilam hatiye vekirin. Hûn tevgera ekolojiyê di darizînin. Hûn dixwazin HDP’ê asteng bikin ku li dijî faşîzmê tu astengî nemînin. Tu eleqeya vê dozê bi bûyerên Kobanê re tuneye. Ez ji vê derê, bang li  hemû civak, gel û kesên baweriya xwe bi azadî û wekheviyê tînin dikim; xwedî HDP’ê, aştiyê û azadiyê derkevin. HDP rêya diçe ber bi aştiyê ve ye. Em dixwazin li vî welatî di nava aştiyê bijîn. Teqez emê jiyana bi hev re bi ser bixin. Ez daxwaza xwe ya redkirina dadger pêşkêş dikim. Ev doz, doza darizandina HDP û aştiyê ye. Emê tu carî destûra vê yekê nedin we.” 
 
Danişîn bi parastina siyasetmedaran berdewam e.