Ayla Akat Ata: Li dijî me ne dadger îdeolojiya fermî heye

  • 13:43 20 Gulan 2021
  • Hiqûq
 
ENQERE - Di Doza Qirkirina Siyasî ya Kobanê de Ayla Akat Ata bal kişand ser darazê ya girêdayî aliyekî û wiha got:"Li dijî me ne dadger îdeolojiya fermî heye. Darizandina jinan dest pê kir. Cudatiya me ya ji darizandina berê jî ev e. Ez li vir endamên dadgeran yek bi yek red dikim. Ev dosyaya me ya ku em ê tariyê wergerîne ronahiyê ye."
 
Danişîna duyemîn a Doza Kobanê ku rêveberên HDP’ê jî di nav de 28 jê girtî 108 siyasetmedarên ji siyaseta kurd tên darizandin di roja duyemîn de berdewam dike. Danişîn li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ku li Kampûsa Girtîgeha Sîncayê ye hat lidarxistin. 
 
Pisporên Delegasyona Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) û nûnerên dîplomatîk ên welatên Yekîtiya Ewropayê dozê dişopînin. 
 
Bi sedan parêzer amade bûn
 
Di danişînê de bi sedan parêzer ji bo siyasetmedaran biparêzin di danişînê de amade bûn. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, gelek parlamenter û rêveberên HDP’ê û rêxistinên jinan danişînê dişopînin. 
 
Ayla Akat Ata konuştu
 
Bi parastina Ayla Akat Ata parastinê dest pê kir. 
 
Gelo ev daraz ji kê re xizmetê dike?
 
Aylayê da zanîn jin tên darizandin û wiha domand:"Li dijî me ne dadger îdeolojiya fermî heye. Darizandina jinan dest pê kir. Cudatiya me ya ji darizandina berê jî ev e. Ez li vir endamên dadgeran yek bi yek red dikim. Ev dosyaya me ya ku em ê tariyê wergerîne ronahiyê ye. Ev rêgezên ku îktidar diyar dike ew ê li îktarê jî vegere. Li vir pêvajoyeke tê xwestin emrê îktidarê dirêj bibe mijara gotinê ye. Daraz ne azad e. 
 
Gelo ev daraz ji kê re xizmetê dike?"
 
Danişîn bi Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak dewam dike.