Rûniştina mêrê ku Fatma Altinmakas qetil kir nehat dîtin

  • 12:55 6 Gulan 2021
  • Hiqûq
 
AGIRÎ - Rûniştina Kazim Altinmakas ê ku Fatma Altinmakas qetil kirîbû û bi girtî tê darizandin ji ber girtina tevahî hat taloqkirin.
 
Li navçeya Milazgirê ya Mûşê, Fatma Altinmakas a ku di nava malbatê de tecawizî wê hat kirin, piştî ku di derbarê bûyera tecawizê de gilî kir, di 14’ê Tîrmeha 2020’î de ji aliyê hevjînê xwe Kazim Altinmakas ve hatibû qetilkirin. Dihat payin ku îro rûniştina dozê ya 2’yemîn li Dadgeha Cezayê Giran a Patnosê bê dîtin. Lê bi sedema girtina tevahî ya 29’ê Nîsan û 17’ê Gulanê rûniştin nehat dîtin. Agahî ji parêzerên alîgir re hat parvekirin.  
 
Dîroka rûniştinê nehat ragihandin
 
Heyeta dadgehê rûniştina berî vêya ji bo tomarên HTS’ê yên hejmara têkiliyê ya ku Sînan Altinmakas bi kar aniye bigirin biryara berdewamiya girtina Kazim Altinmakas dabû. Lê îro heyetê agahî da alîgiran û gotin ku ji ber girtina tevahî rûniştin pêk nayê.