Ji gumanbarê îstîsmara zayendî parastinek tê zanîn: Buxtan e

  • 09:02 6 Gulan 2021
  • Hiqûq
AMED - Li navçeya Baglarê ya Amedê gumanbarê bi navê Hatîp Korkmaz ku li hember 4 zarokan îstîsmara zayendî pêk anî, ji bo xwe xilas bike, parastina mêr a ku tê zanîn kir û got ‘Buxtan e’.
 
Li navçeya Baglarê ya Amedê di 7’ê Adara 2019’an de mêrê bi navê  Hatîp Korkmaz ji ber 4 zarok îstîsmar kiribû, malbatên wan gilî kiribûn. Li ser gilîkirinê di 7’ê Adarê de gumanbar hat binçavkirin û ji aliyê 3’emîn Dadgeriya Sulh a Amedê ve hat girtin. Serdozgeriya Komarê ya Amedê di 2019’an de der barê gumanbar de ji ‘îstîsmarkirina zarok(4 caran) ’, ‘kes ji azadiyê bêpar hiştin (4 caran) ’, ‘Tehdîd(Carekê)’ îdianame amade kir.  Îdianame ji aliyê 6’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ve hat qebûlkirin.
 
Ji gumanbar ‘ez çûm Hecê’
 
Di îdinameyê de hat diyarkirin ku li Navenda Şopandina Zarokan (ÇÎM) jî îfadeya 4 zarokan hatiye girtin û zarokan di îfadeyên xwe de diyar kirin ku gumanbar bi soza pere ew xapandine, gumanbar êrîşa zayendî kiriye û herî dawî hewl daye wan birevîne.  Di îdianameyê de hat gotin ku gumanbar bi şîdeta fîzîkî zarok tehdîd kirine û her wiha ji zarokan re gotiye ‘ez çûme Hecê’ û ew bi mirinê tehdîd kirine.
 
Di îdianameyê de hat daxuyandin ku malbatan der barê gumanbar de gilî kirine û gumanbar jî îdia kiriye ku ev 'buxtan e'.
 
Dozger ji sûcên cuda ceza xwest
 
Dozgeriyê di encama lêpirsîn û delîlan de der barê gumanbar de ji ‘îstîsmarkirina zarok(4 caran) ’, ‘kes ji azadiyê bêpar hiştin (4 caran) ’, ‘Tehdîd(Carekê)’ ceza xwest.
 
Îdiname ji aliyê 6’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ve hat qebûlkirin û rûniştina yekem di 19’ê Nîsanê de hat dîtin. Bi hinceta kêmasiyên dosyayê bên çareserkirin rûniştin taloqî 22’ê îlonê hat kirin.