‘Ayla Akat Ata ku mexdûra demê bû îro gumanbar e’

  • 09:04 4 Gulan 2021
  • Hiqûq
 
Dîlan Babat
 
ENQERE - Parêzer Şevîn Kaya ku derbarê Doza Kobanê ya di rojên borî de rûniştina yekem pêk hat û taloqî 18’ê Gulanê bû de axivî û da zanîn ku muvekîla wê Ayla Akat Ata di bûyerên 6-8’ê cotmehê de li Amedê rastî êrîşa çekdarî a komekê hatiye û bi lêv kir ku muvekîla wê ku mexdûra wê demê bû îro di asta gumanbariyê de ye.
 
Doza Kobanê ku tê de hevserokên giştî yên dema berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî hebûn 108 kes jê tê darizandin û rûniştina yekem di 26’ê nîsanê de li cihê Girtîgeha Sîncanê hat dîtin. Ji dozê 17 jin tê darizandin û di îdianameyê de daxuyaniyên çapemeniyê û mîtîngên tevlîbûne sûc tên nirxandin. Rûniştin taloqî 3’yê Gulanê bibû û ji ber pandemiyê taloqî 18’ê Gulanê hat kirin. Parêzera siyasetmedar Ayla Akat Ata ku li girtîgeha Sîncanê girtiye, Şevîn Kaya derbarê rûniştinê de axivî.
 
‘Ya esas rêgeza rûbirû ye’
 
Şevînê daxuyakirin ku beriya rûniştinê li derve û salonê tedbîr hatine girtin û saetên sibehê de parêzer çûne wir û wiha got: “Parêzer bi saetan li ber avahiyê dan sekinandin. Dema em ketin salonê, salon tije bû. Parêzerên ji derveyê salonê man jî rastî gotina ‘Li jêr salonek heye hûn dikarin li wir temaşe bikin’. Ne pêkanbû em vê qebûl dikin. Ya esas rêgeza rûbirû ye. Me jî got ‘Em ê jî bikevin salonê û heta em nekevin salonê rûniştin nikare dest pê bike'. Hevalên me yên di hundir de gotin derbarê vê de bi serokê dadgerê re nîqaş kirine. Hevalên ku parastina dosyayê jî dikirin ji derve hiştin.”
 
‘Xwestin dijhiqûqî derbasî zaptê bibe’
 
Şevînê daxuyakirin ku ji bo ev dijhiqûqî bikeve zapta runiştinê mafê axaftinê xwestine lê dadgehê mafê gotinê nedaye parêzeran û ev tişt anî ziman: “Hevalên me muxatab negirtin. Helwestek bêperwa nîşan dan. Hevalên me ji bo helwesta serokê dadgehê protesto bikin derketin derve. Li gorî hevalên parlamenter û rojnamegerên li hundir, serokê dadgehê di wê demê de tespîta nasnameyan kiriye. Muvekîlên me gotine ku heta parêzer tunebin tespîta nasnameyê nadin. Tevî vê wan berdewam kiriye. Serokê dadgehê ji muvekîlan re gotine ‘derî vekiriye parêzerê we dikarin bên lê nayên’. Ji ber vê jî em bi hevalên parêzer re ketin hundir. Li ser nîqaşan em hemû parêzer ketin hundir. Piştî vê îdianame hatin xwendin.”
 
‘Mafê gotinê nedan muvekîlan’
 
Şevînê di berdewamiyê de wiha axivî: “Ev siyasetmedar hevserokên dema berê ya HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û hevseroka giştî ya dema berê ya DBP’ê Sebahat Tuncel in. Hevserokan bi hevkariya parêzerên xwe ji dadgerê re îfade kirin. Dadgehê jî ji bo vê biryarê gotin hûn dikarin bi nivîskî bidin û mafê gotinê neda muvekîlên tên darizandin. Muvekîlên me bi SEGBÎS’ê bi israr mafê gotinê xwestin. Lê dengê SEGBÎS’ê hat girtin û darizandin hat berdewamkirin. Tevî me mafê gotinê xwest îdianame hat destpêkirin. Dadgehê muvekîlên me tune hesibandin. Ji ber vê hewlestê ne pêkan bû ku rûniştin bidome. Me di salonê de bi çepikan û bi lêdana li maseyan ev dijhiqûqî protesto kir."
 
Mafê gotinê nehat dayîn
 
Şevînê bi lêv kir ku tevî ku Ayla û Sebahatê mafê gotinê xwestin, serokê dadgehê ji nedîtîve hatiye û ev tişt daxuyand: “Ayla Akat rabû ser piyan û got ‘Wisa bidome wê ji salonê derkevin’. Sebahat Tuncel bi israr got 'Ev tişta tê kirin li dij hiqûqê ye'. Lê dengê SEGBÎS’ê hat birîn. Muvekîlan nizanibûn ku îdianame tên xwendin. Îdianame sê saetan hat xwendin. Daxwaza sedemên reda hakîm hebû, ji ber îtîraz hebû hat taloqkirin. Lê bi qasî me di girteka rûniştinê de dît, lêkolîna girtinê jî nehatiye kirin. Ev bi giştî li dijî hiqûê ye. Li CMK’ê di her rûniştinê de divê lêkolîna girtinê bê kirin. Ji bo rûniştinê biqedînin her tişt kirin.”
 
‘Lê pirsîna sûc nehat lêkolînkirin’
 
Şevînê destnîşan kir ku Ayla Akat tevlî doza Kobanê hatiye kirin û têkiliya wê çawa pê re hatiye danîn nayê zanîn û wiha berdewam kir: “Ayla wek ‘gumanbar’ tevlî dosyayê hatiye kirin. Ji ber ku Aylayê tenê Twitter a HDP’ê rt kiriye tevlî dosyayê hatiye kirin. Şahidên di 2019’an de di çarçoveya dosyayê de îfadeyên wan hatine girtin hene. Şahidek veşarî derbarê Aylayê de îfadeyê dide. Hemû kesên bi salane aktîf di siyasetê de cih digirin û tiştên ku ji aliyê her kesî ve tên zanîn gotiye. Ji bilî wê tiştek tune. Ayla Akat Ata di bûyerên 6-8’ê cotmehê de li Amedê rastî êrîşa çekdarî a komekê hatibû. Muvekîla min ya ku mexdûr bûn îro di asta gumanbariyê de tê darizandin. Ger ku îro Ayla ji ber wan bûyerên 6-8’ê cotmehê tê darizandin divê kesên wê demê êrîş kiribûn jî bên lêkolînkirin. Me ev daxwaza xwe anî ziman. Lê ev li ber çavan nehat girtin. Ayla ji ber têkoşîna jinê dimeşîne hedef tê girtin. Bi sedan dosyayên Aylayê hene. Darizandina wê ji xwe li Amedê dihat kirin. Di vê dosyayê de jî ji ber sedemên mukerrer tê darizandin.”