Doza tecawizê hat betalkirin

  • 14:00 30 Nîsan 2021
  • Hiqûq
 
KILÎS - Doza derbarê Mehmet A. yê ku ji ber 2 salan tecawizê zarokekê kiribû doh rûniştina wê ya biryarê hat dîtin. Heyeta dadgehê biryara betalkirina dozê da. Parêzerê dosyayê bertek nîşan da û wiha got:“Ez 25 sal in parêzerê dosyayên sûc îm, lê min nedîtye ku heyetekê dozê ew qas bersûcdarekê diparêze.”
 
Li Kîlîsê Mehmet  Arzîk 2 salan  tecawizê zarokekê kiribû û piştî zarok dûcanî bibû  bûyer derketibû holê. Li ser ve yeke malbata zarokê di derheqê Mehmet A. de gilî kir. Mehmet A. hatibû girtin û piştî 12 rojan hatibû berdan. Di derheqê Mehmet de ji ber “Têkiliya cinsî ya bi piçûkekê rê” doz hatîbû vekirin. Rûniştina biryarê ya dozê doh li Dadgeha Cezayê Giran a Kîlîsê hat dîtin. Dozger, bi hinceta dereng gilî hatiye kirin xwest ku doz were betalkirin. Heyeta dozê daxwaza dozger li ber çavan girt û biryara betalkirina doza da.
 
‘Gûmanbar ji aliyê heyeta dadgehê ve tê parastin’
 
Parêzerê malbata zarokê Îbrahîm Demîrcîoglu derbarê dozê de agahî da û got ku berî serlêdana li Dadgeha Cezayê Sulhê ya Dîlokê bi dawî bibe Gûmanbar Mehmet A. beraat kir. Îbrahîm bertek nîşanê biryara dadgehê da û wiha diyar kir: “Ev zarok her gav gef le dihat kirin û ji ber vê ditirsiya. Piştî ku zarok welidî yekser gilî kirin lê belê ne dozger, ne dadgeh ne jî Dadgeha Cezayê Sulhê yên Kîlîsê ev gilî nedîtin. Bi tenê Dadgeha Asliye ya Cezayê,  tecawiza li zarokê hat kirin dît her wiha li ser vê yekê nikaş nayê kirin. Nikaşa dadgehê bi tenê li ser ‘Di dema xwe de gilî nehatiyê kirin’ û li ser vê yekê jî doz hate betalkirin. Ez 25 sal in parêzerê dosyayên sûc îm, lê min nedîtye ku heyetekê dozê ew qas gûmanbarekî diparêze."
 
Parêzer Îbrahîm anî ziman ku ew ê îtîrazî betalkirina dosyayê bikin û serî li Dadgeha Herêmî û Dadgeha Îstinafê ya Dîlokê bidin.