Sebahat Tuncel: Senaryoyek hatiye afirandin

  • 09:02 30 Nîsan 2021
  • Hiqûq
Oznur Deger
 
ENQERE - Parêzera Sebahat Tuncel, Cemîle Turhalli Balsak, piştî hevdîtina bi Sebahatê re kiriye, nirxandinên Sebahatê yên derbarê dozê de wiha parve kir: “Ev bi giştî hatiye afirandin, senaryoyek wê heye. Di esasê de li ser, nedayîna mafê gotinê, hatiye destpêkirin û hewl didin gotina hinekan bê dîtîn, hinek jî di bin zextan de bên girtin. Ev pratîkek wisa a darizandinê ye.”
 
Di nav de hevserokên dema berê yê HDP’ê Fîgen Yuksedag û Selattîn Demîrtaş jî heye 28 jê girtî der barê 108 kesî de Doza Kobanê hatibû vekirin û rûniştina yekem di 26’ê Nîsanê de li Edliyeya Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat dîtin. Bi sedan hiqûqnas, siyasetmedar û gelek kesî doz şopand. Bertekên li dijî dozê didomin.
 
Doz taloqî 13’yê gulanê bû. Parêzera dozê û di heman demê de parêzera Sebahat Tuncel, Cemîle Turhalli Balsak derbarê dozê de nêrînên xwe ji ajansa me re anî ziman. 
 
Hevseroka Giştî ya Dema Berê ya DBP’ê Sebahat Tuncel piştî rûniştinê ji girtîgeha Jinan a Kandirayê birin Girtîgeha Jinan a Sîncanê û li wir bi Cemîle Turhalli re hevdîtin kir. Cemîleyê da zanîn ku muvekîla wê di hucreya yek kesî de di karantînayê de tê girtin û di rûniştinê de hevalên ligel wê nedane gel       wê û got: “Hewcedariyên wê bi cih naynîn.  Di bin tecrîdê de tê girtin. Dibe ku pêvajoya karantînaya wê dirêj be. Têkiliya bi derve re ji aliyê îdareya girtîgehê ve bûye wek rêbaza cezakirinê.”
 
‘Banga xwedîderketina li mirovahiyê bû’
 
Cemîleyê destnîşan kir ku ev dozek taybet û darizandinek awarte hatiye kirin û got: “Ev doz bi hiqûqê nayê îfadekirin. Ev doz bi dijhiqûqiyê dikare bê îfadekirin. Ev doz xwe dispêre sala 2014’an. Dema ku DAIŞ li cîhanê bibû tehdîd, li Tirkiyeyê ji HDP’ê bang hat kirin. Banga xwedîderketina li mirovahiyê bû. Me wê demê dît ku ev bang hinek sûcên desthilatdariyê derdixe holê. Piştî lêpirsîna 6 salan şûnde, di 2020’an de ji ber hedefgirtina desthilatdariyê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş  ji vê dosyayê hatin girtin. Ev nêzîkatî pêngavek siyasî ye. Dihat payîn ku Selahattîn Demîrtaş bê tahliyekirin, lê ev girtin hat kirin. Darizandinê dest pê kir,  îdianameya ku 3 hezar û 530 rupele, kakila wê ya 28 rupelî hat  xwestin bê xwendin.”
 
‘Hêzên edlî kursî dagirkiribûn’
 
Cemîleyê di berdewamiyê de daxuyakirin ku nêzîkatiya dadgehê ya li hember me û siyasetmedaran taybet bû û ev tişt daxuyand: “Armanca wan darizandinek teşeyî bû. Mîzansenek ku li ser cezakirina siyasetmedaran hatibû avakirinê bû. Mafê gotinê nedan me û siyasetmedaran. Dengê mîkrofonan hat girtin. Dengê hevserokan ku bi SEGBÎS’ê tevlî bûn, hat birîn. Piranî axaftin nebihistin. Parêzer negirtin salonê. Li ser îtîrazê em girtin. Kursiyên salonê hêzên edlî dagirkiribûn. Me îtîraz kir lê li ber çavan nehat girtin.”
 
‘Wê dadgeh rewabûna xwe winda bike’
 
Cemîleyê di berdewamiyê de  bi lêv kir ku ji ber soz nedane muvekîlên wan neçar mane rûniştinê terk bikin û darizandineke rewa nehat kirin. Cemîleyê  bertekên xwe wiha anî ziman: “Darizandin ji bo ku beşeke rayagiştî tatmîn bike hatiye amade kirin. Şîroveyên ku serokê dadgehê kir, polemîkên şexsî, nedayîna mafê gotinê. Ev hemû nîşan didin ku ev darizandin ji bo hinekan hatiye amadekirin. Piştî daxwaza me ya reda dadger şûnde, tişta ku divê dadgehê bikira, biryara rawestînê bû. Ji ber ku derbarê bêalîbûna we de, îtîraza ji alî hember bê, rewabûna dadgehê tune dike. Êdî derbarê usul û esasê de nikare darizandinê bike. bike jî ev ne darizandineke raste.”
 
‘Dewlet xwedî hişê herî mezin ê mêr e’
 
Cemîleyê anî ziman ku ew bi pêvajoyeke darizandina ku hiqûqa xwe jî tune dihesibîne re hatine rû hev û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rûniştin taloqî 3’yê gulanê bû. Derbarê reda dadger de 7 roj dema me heye. Îfade wê wek îfadeyên pêvek bên dayîn û wê biçe dadgehek jor. Dadgeheke jor neçar biryarê bide. Di rûniştinê de mîkrofona Fîgen û Sebahatê hat birîn. Ev polîtîkayên serdest ên dewleta ku xwedî hişê herî mezin yê mêr e. Fîgen û Sebahat ligel nasnameyên xwe yên siyasetê, têkoşîna femînîst jî dimeşînin û ev bi têkoşîna civakî re kirine yek. Jinên ku tişta pê bawer dikin û pêk tînine. Berxwedêriya jinê di bûyerên civakî de zêdetir tê dîtin. Dadgehê ji bo vê berxwedanê bişkîne refleks nîşan da. Di darizandinan de herî zêde dengê jinan derket. Sebahatê jî mafê gotinê girt û got ew tu car wê nebin parçeyeke vê darizandinê. Fîgenê jî îfadeya wek vê da.”
 
Sebahat Tuncel: Ev senaryoyek hatiye avakirinê ye
 
Cemîleyê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku Sebahat tenê ji vê dozê ne girtiye û doza esas ya jê girtiye li 5’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Meletiyê hat dîtin. Cemîleyê bi lêv kir ku ev 4 sal in ji vê dosyayê girtiye. Cemîleyê piştî hevdîtina bi Sebahatêre nêrînên Sebahatê jî wiha parve kir: “Ev pratîkeke darizandina ku bi giştî hatiye afirandin, senaryoya wê hatiye nivîsîne. Li ser nedayîna mafê gotinê hatiye destpêkirin û gotina hinekan didin xuyakirin. Hinek jî di bin zextê de tên girtin. Ji ber nêzîkatiya li vir, ji gotinên rayedarên desthilatdariyê serbixwe nîne. Ev ne tesadufî ne. Her daxuyaniya rayedarên desthilatdariyê bi darizandinan tên pêşberî me. Xwe bi darizandinan dide holê. Ji ber vê jî em matmayî neman. Em li hember nêzîkatiya dadgeran, pratîka wan matmayî neman.”