Leza wesayita polîsê Efe Tektekîn qetil kir zêde bû

  • 13:22 29 Nîsan 2021
  • Hiqûq
 
AMED - Di daneşîna doza polîs Îdrîs Aksoy ê ku Efe Tektekîn bi wesayita lêda qetil kir de şahidên bûyerê diyar kirin ku leza wesayitê  gelek zêde bû. 
 
Li navçeya Rezan li ser Kolana Emekê di 11'ê Îlona 2019'an de Efe Tektekîn ê 5  salî dema ku ji kolanê derbas dibû wesayita zirxî ya ku ajovanê wê polîs bû lê da û Efe jiyana xwe ji dest dabû. Daneşîna doza ku derbarê kuştina Efe de li polîsê ajonavnê wesayita zirxî Îdrîs Aksoy hat vekirin li 9'emîn Dadgeha Cezayê Aslî hat dîtin. Di daneşînê de Polîs Îdrîs Aksoy û şahidên bûyerê amade bûn.
 
'Leza wesayitê zêde bû'
 
Di daneşînê de şahidên bûyerê hatin guhdarkirin. Şahidan Îdrîs Aksoy ê ku di daneşîna ewil a li serdozgeriyê da û got, "Di dema bûyerê de leza wesayitê ji bo saetekê 25 kîlomere" bû derewkar derxisitn. Ji şahidan Ramazan Eren jî diyar kir ku ew derbarê bûyerê de cara yekê ye îfadeyê dide û got ku dema bûyer qewimiye ew li ber deriyê firina ku birayê wî dixebtitan a li cihê ku bûyer lê pêk hat bûye. Ramazan diyar kir ku qeza jê bi dûrahiya 70-80 metreyî pêk hatiye û leza wesayitê zêde bû.
 
Polîsê gûmanbar dijberî şahidan îfade da
 
Piştî şahidên bûyerê gûmanbar Îdrîs Aksoy îfade da û got ku îfadeyên şahidan bi nakokin û îfadeya wan a derbarê leza wesayitê de bi qeydên pergala şopandina wesayitê (arvento) re li hev nakin. Parêzerê gûmanar Alper Ugurlu jî got, " Girtek derbarê ku kameraya wesayitê xirabeye de tune ye û got ku bila dîroka ku kameraya wesayitê xira bûye jî bê tespîtkirin."
 
Daneşîn hat taloqkirin
 
Dadgehê îtîraza parêzerê gûmanbar Alper Ugurlu qebûl kir û daneşîn taloqî 21'ê Îlonê kir.