Di doza Duyguyê de pisporên edlî wê ben guhdarkirin

  • 17:05 28 Nîsan 2021
  • Hiqûq
 
DİLOK - Duygu Delen a ku derbarê mirina wê ya bi gûman de doz hatibû vekirin, di rûniştina dozê ya îro de, dadgehê biryar da ku 3 pisporên Tipa Edlî ben guhdarkirin.
 
Li navçeya Şehîtkamîl a giredayê Dilokê di 13 Têbaxa 2020'î de doza derbarê mirina bi guman a Duygu Delen (17) de hatibâ vekirin. Îro li 10’mîn Dadgeha Cezayê Giran a Dilokê rûniştina 3’mîn a dozê hat dîtin. Mehmet K. ê ku ji ber mirina Duyguyê dihat sûcdarkrin bi sûcdariya “Bi zanebûn kuştina zarokek”, “Testavêtina zarok”, “Heqaret” û “Talankirina malê” dugat sucdarkrin daneşîna doza wî hat dîtin. Mehmet K. ê gûmanbar ji girtîgehê bi pergala deng û dîmen (SEGBÎS)  tevlî rûniştinê bû. Malbata Duyguyeyê û parezerên malbatê, Serokê Baroya Dilokê Bektaş Şarklî û nûnerên rêxistinên jinan jî tevlî rûniştine bûn.
 
Di rûniştinê de pêşî bavê Duyguyeyê Bulent Delen axivî, Buletn bal kişan ser nakokiyên di rapora heyeta pisporan amade kiribû û xwest ku gumanbar be cezakirin.
 
Xwestin rapora pisporan be eşkerêkirin
 
Piştrê parêzerê malbatê Mehmet Balci axifî û anî ziman ku li gorî rapora bişîşk “Hişê Duyguyê ne li serê wê bûye” di rapora pisporan de jî “Bi temamî ne ji ser heşê xwe çûye” hatiye nivîsîn. Raporeke ne ji dil e, ew qebûl nakin û wiha berdewam kir: “Ji bo ku di raporê de hevsengî hebe wisa hatiye nivîsîn. Di dosyayê de 4 pisporên cuda rapor nivîsandine. Em dixwazin ji bo nakokiyên di raporan bên serêrastkirin, pispor werin dadgehê û raporên xwe êşkerê bikin.”
 
Gumanbar Mehmet K. sûcdariyên derbarê xwe de red kirin û xwest ku were berdan.
 
Rûniştin hat taluqkirin  
 
Piştî navberê heyeta dadgehê biryar da ku pisporên Tipa Edlî Nadîr Arica, Hakan Kar û Murat Akbaba guhdar bikin,  berdewamiya girtina gumanbar da û rûniştin taloqê 16’ê Hezîranê kir.