Parêzeran Doza Kobanê nirxand

  • 14:14 27 Nîsan 2021
  • Hiqûq
 
ENQERE - Ji parêzerên derbarê pêvajoya Kobanê de nirxandin kirin Cemîle Turhalli Balsak got, " Dest ji îknakirinê berdin dijberî wê helwesteke ku nayê qebûlkirin hebû. Mîkrofon hatin girtin, muwekîlan bi nivîsa ku li ekranê nivîsîn diyarkirin ku ew dixwazin biaxivin lê destûr nehat dayîn."
 
Cîgirê Hevserokê Giştî yê ji Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya Demokratîk a Gelan Berpirs Umît Dede û parêzerên Doza Kobanê, derbarê Doza Kobanê ku duh li Kampusa Girtîgeha Sîncana Enqerê hat dîtin û taloqî 3'yê Gulanê hat kirin de li Otela Neva Palas a Enqerê Civîna Çapemeniyê li Dar xistin.  
 
'Wekî rûpeleke reş cihê xwe dî dîroka daraza tirk de girt'
 
Umît Dede yê ku di civînê de axivî diyar kir ku dozê wekî rupeleke reş cihê xwe di daraza tirk de girt. Umît got ku Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu û îqtîdarê bi bandora xwe ya li ser darazê sûc kirin û got ku dadger piştî daxuyaniya îqtîdarê veguherî mirovekî din. Unît wiha berdewam kir, "Tabloya li derve li eywana dadgehê jî berdewam kir. Tiştê di daneşînê de hat kirin em ê bi hevalên xwe yên parêzer re vebêjin."
 
Piştî wê parêzerên dozê pêşketinên di dozê de û bûyerên pêk hatin vegotin. 
 
'Ev darizandineke taybet û awarte ye'
 
Cemîle Turhalli Balsak a ku destpêkê axivî jî got ku darizandineke taybet û awarte ye. Cemîle di berdewamiyê de anî ziman ku cihê daneşîna dozê lê tê kirin jî vê dozê nîşan dide ku ev dozeke taybet e û wiha dirêjî da axaftina xwe, "Serok û endamên wî ji aliyê Lijneya Dadger û Dozgeran (HSK) ve bi awayê taybet hatine hilbijartin. Ji darizandinê wêdetir ajandayên wê yên taybet hebûn. Ji bo ku ev ajandaya taybet di warê darizandinê de bê îfşakirin tevgereke dadgehê ya taybet li hember parêzer, bijarte û siyasetmedaran hebû.  Bi awayê aşkera mafê me yê parastinê red kirin. Bi nedana mafê parastinê, li cihê ku divê em lê rûnên bichkirina polîs û leşkera û bê baldariya li hemberî îtîraza me da nîşandan ku darizandineke bê alî nehatiye kirin."
 
Cemîle diyar kir ku dadgeran divê berpirsiyariya xwe bianîna cih û darizandike bê alî bikira. Erka dadgera ye ku raya giştî û aliyan agahdar bikin .Cemîle wiha berdewam kir, "Dest ji îknakirinê berdin dijberî wê helwesteke ne di cih de hebû. Mîkrofon hatin girtin, muwekîlan li ekranan nivîsîn ku mafê axaftinê dixwazin lê maf nedan wan. Bi v ê biryarê re me dît ku dadgehê qanûnên xwe yên cezayê pêk neanîn. Ger ku meşrûbûna darizandinê nemabe hûn nikarin vê darizandinê bidomînin.  Mafê axaftinê nedan muwekîlên me. Bi awayekî dijqanûnî xestin daneşînê berdewam bikin. Ev jî dide diyarkirin û darizandineke meşrû nehatiye kirin."