‘Dadgehê îfadeyên gumanbar esas girt’

  • 09:04 23 Nîsan 2021
  • Hiqûq
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Parêzer Funda Ekîn diyar kir ku derbarê Selîm Ahmet Kemaloglu ku jina bi navê Zeynep Şenpinar qetil kir, de cezayê muebetê hatiye dayîn û got ev di alî asta sûc de kêm e û got biryara dadgehê wekê ku fehskirina Peymana Stenbolê erê bike ye.
 
Li navçeya Menteşe ya Muglayê di 24’ê Gulana 2020’an de boksor Selîm Ahmet Kemaloglu jina bi navê Zeynep Şenpinar qetil kiribû. Doza ku Selîm Ahmet Kemaloglu jê dihat darizandin, rûniştina wê ya biryarê di 20’ê Nîsanê de li Yekemîn Dadgeha Cezaya Gran a Edliyeya Muglayê hat dîtin. Heyeta dadgehê, berovajî bendewariyan û mutalaya dozger, ji bo gumanbar ne muebeta giran, rewşên şênber li ber çavan negirt û cezayê muebetê birî. Yek ji parêzerên doza ku wê bişînin îstînafê, Funda Ekîn, derbarê biryara dadgehe de ji ajansa me re axivî.
 
‘Em bi sînor tevlî mutalayê bibûn’
 
Fundayê, daxwaza cezayê girtîgeha muebeta giran ku berê jî dozger aşkera kiribû û di biryara rûniştinê dubare kiribû, bibîr xist û wiha got: “Lê di îdianameyê de ji ber nirxandineke der barê Xala 81’emîn a TCK’ê ku der barê ku maktul di rewşeke nikaribû xwe biparêze, em bi sînor tevlî mutalayê bûn û me xwest ku tu daxistinek neyê kirin û cezayê muebeta giran bê dayîn.”
 
Fundayê di bedewamiyê de destîşan kir ku di dosyayê de tê diyar kirin ku Zeynep dema direve bi eziyet tê qetilkirin, dema li Beşa Lezgîn a 112 digre, deng ji Zeynepê tê û bi raporên Saziya Tipa Edlî ya Muglayê ya Daîreya Îhtîsasê jî dertê holê ku ehliyeta cezayî ya gumanbar heye. Fundayê wiha berdewam kir: “Mutala jî xwe dispê re vê. Me jî parastina xwe li gorî vê kir. Ji bo ji sûc bireve kite kiteyên eriya bûyerê tîne bîra xwe. Gumanbar sûcdariyên derbarê Zeynebê de, di parastina xwe de peyam jî wek delîl nîşanda. Bi vê hewl da xwe paqij derxe.”
 
‘Cezayek bi bandor nedan’
 
Fundayê bi lêv kir ku dadgehe di esasa parastina gumanbar û parêzeran de biryar daye û rewşa şênber a şûc nedîtiye û got: “Ji ber vê jî di demek nêz de tahliyebûna gumanbaran, ji rewşa baş an jî texrîkê daxistina ceza mijara gotinê ye. Me di vê dosyayê de jî dît ku ceza ne bi bandorin. Ji bo ku cezayê muebeta giran bigire em ê biçin Dadgeha Îstînafê. Me ji xwe di runiştinê de jî got. Di hemû dozên kuştinên jinan de cezayên bi bandor pêwistin.”
 
‘Ev biryar binpêkirinên erê dike’
 
Fundayê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku di biryara dadgehê de fehskirina Peymana Stenbolê bi bandore û wiha pê de çû: “Feshkirina peymane mijarek li dij usulê ye. Hîna di meriyetê ye. Her çiqas bêjin ku em jê derketine jî heta 1’ê tîrmehê hîna di meriyetê de ye. Em ê di vî alî de îtîrazên xwe bikin û hem di alî hiqûqî û hem jî wek jin têkoşîna xwe bidomînin.”