Serlêdana ji bo jêrzemînên Cizîrê ji aliyê AYM'ê ve hat redkirin

  • 16:05 22 Nîsan 2021
  • Hiqûq
 
ENQERE - Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) serlêdana têkildarî kesên di serdema qedexeya derketina derve ya 2015'an de hatin qetilkirin red kir. 
 
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di 14’ê Kanûna 2015’an de qedexeya derketina derve hatibû ragihandin û operasyonan ango şer 79 rojan berdewam kiribû. Di qedexeyê de polîs û leşkeran du jêrzemînên avahiyan dabûn ber top û guleyan. Bi dehan kes di van herdu jêrzemînan de hatin kuştin. Parêzeran ji bo kuştina wan qurbaniyan serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dabû û doza hatibû vekirin red kir. Derbarê vê biryara redê de hêj hêcet nehatiye weşandin. 
 
Li gorî raporên rêxistinên mafê mirovan tê gotin ku li Cizîrê di serdema qedexeyan de 288 kesan jiyana xwe ji dest dane. Ji van 288 kesan jî 177 kesan di jêrzemînan de bi bombebarankirinê hatine kuştin.