'Em ê şopdarê mafê jin û zarokan bin'

  • 09:10 20 Nîsan 2021
  • Hiqûq
MÊRDÎN - Mêrê bi navê R.O êrişa zayendî li zaroka xwe ya 5 salî û diya xwe kiribû. Li ser giliyê dêya R.O,  M.O piştre R.O  hat girtin. Navenda Mafê Jinê ya Baroya Mêrdînê têkildarî bûyerê ji bo çapemeniyê û raya giştî li ser hesabê xwe ya medyaya civakî daxuyaniyek parve kir û got:"Ji bo mexdûrên bûyerê çi ji destên me tê em ê bikin û li dijî îstismarê em ê tim têbikoşin."
 
Li Qoserê mêrê bi navê R.O di 7’ê Nîsanê de êrişa zayendî li zaroka xwe ya 6 salî ya bi navê Z.O. kir. Ji ber ku dapîra zarokan M.O. bû şahidê bûyerê ew jî rastî êrişa zayendî hat. R.O. di heman demê de zarokên xwe yê 6 û 7 salî di nav de tundî li ser hemûyan pêk anî. Li ser giliyê dapîra zarokan R.O. hat binçavkirin û piştî îfadeyê ew hat girtin. Navenda Mafê Jinê ya Baroya Mêrdînê têkildarî bûyerê û pêvajoyê, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ji bo çapemenî û raya giştî daxuyaniyek parve kir. Navenda Mafê Jinê ya Baroya Mêrdînê  di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku ew ê şopdarê dozê bin.
 
Daxuyaniya baroyê bi bîranîna bûyerê re dest pê dike wiha berdewam dike: “Bûyer tê lêpirsînkirin. Bi kesên tundî û êrişa zayendî li wan hatiye kirin hevdîtin çêbûn û ji aliyê wan ve serlêdan hat girtin. Li dosyeya lêpirsînê hat nêrîn û bi serdozgerê ku lêpirsîn daye destpêkirin re jî hevdîtin pêk hat. Ji aliyê me ve lêpirsîn bi hemû xalên xwe ve hatin lêkolînkirin. Ji bo piştgiriya civakî me bi komeleyên peywendîdar re hevdîtin kir. Hevdîtinên me hîna berdewam dike. Di asta em gihiştinê de R.O hatiye girtin, ji bo zarokan jî biryara parastinê hatine girtin.”
 
Baroyê di dawiya peyama xwe de anî ziman ku ew ê li dijî hemû êrişên zayendî têbikoşin û li gel jin  û zarokan bin.
 
Li gor agahiyên me herî dawî girtine jî hevjîna R.O. piştî zaroka xwe ya herî dawî tîne cîhanê ji ber tundiya sîstematîk a R.O. ji malê direve. Di heman demê de R.O. tundî li ser zarokên xwe jî dikir. 
 
Beriya bûyera êrişa zayendî derkeve holê jî cîran diçin qereqolê û R.O. gilî dikin. Lê bi hawekî bûyer tê nixumandin. Her wiha piştî dapîr dibe şahidê bûyerê vê carê bi xwe gilî dike. Li gorî îfadeya zarok ev gelek car in êrişa zayendî lê tê kirin.