‘Bi telefonê ji gumanbaran re biryara dûrxistinê tê teblîgkirin’

  • 09:04 20 Nîsan 2021
  • Hiqûq
Dîlan Babat
 
ENQERE - Parêzer Fatma Gîrgîn da zanîn ku Peymana Stenbolê û qanûna hejmara 6284'an bi bandor pêk nehatiye û di bûyerên şîdetê de biryara dûrxistinê bi telefonê ji gumanbaran re tê ragihandin û wiha got: “Ger ku Peymana Stenbolê bi bandor pêk bihata niha wê Ayşe Tugba Arslan û jinên hatine qetilkirin bijiyana.”
 
Bi biryarnameya serokomariyê di şeva 20’ê Adarê de Peymana Stenbolê hat feshkirin. Desthilatdariyê hinceta feshkirinê jî ‘malbat’ nîşan da û gotin ji bo parastina malbatê ye. Bi biryara feshkirinê jin carek din xistin bin lepê şîdetê û bertekên li dijî vê didomin. Li aliyê din jî ji bo qanûna hejmara 6284'an ku di çarçoveya peymanê de bû jî, fikar çêbûn.
 
Endama Komîsyona Mafê Jinan a Baroya Eskîşehîrê parêzer Fatma Gîrgîn, Peymana Stenbolê û qanûna hejmara 6184'an nirxand.
 
‘Biryar nayê qebûlkirin’
 
Fatmayê da zanîn ku peymanê jin, zarok û LGBTÎ diparast û wiha got: “Vê peymanê hinek berpirsyarî dixist ser milê dewletên ku îmze avêtine peymanê. Di vê mijarê de di mijara pêşîgirtina şîdetê û wekheviya zayendî de, hinek berpirsyariyên weke avakirina mekanîzmayên bi bandor, di bûyerê şîdetê de lêkolîn û pêşîgirtin, cezakirinê, dida dewletan. Di şevekê de bi îmzeya kesekî ji vê peymanê tê vekişandin. Ev bi tu awayî nayê qebûlkirin. Li welatekî ku evqas kuştinên nefret û zayendê zêde bûne de, vekişîna vê bi tu awayî nayê qebûlkirin.”
 
‘Hat xwestin cara duyem jin mexdûr nebin’
 
Fatmayê destnîşan kir ku tevî ku peyman di meriyetê de bû jî bi awayekî bandor ne di dewrê de bû û em bûn şahid ku polîsan jin dişandin edliye an jî dadgehan. Fatmayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi peymanê re dihat armanckirin ku jinên mexdûr cara duyem mexdûr nebin. Lê piştî peyman ji meriyetê rabû şûnde, di daneyên ku Komîsyona Mafê Jinan a Baroya Stenbolê parve kiriye de, biryara parastinê ji bo jinan nehatiye dayîn. Tevî qanûna hejmara 6284 di meriyetê de ye û biryarên tedbîra parastinê bi berfirehî di qanûnan de cih digire jî, em bandora feshkirina peymana Stenbolê bi aşkera dibînin.”
 
'Gelo wê ji bo qanûna 6284 tehdîdekê ava bike?'
 
Fatmayê bi lêv kir ku peymanê qanûna hejmara 6284 referans digirt û ev tişt anî ziman: “Di çarçoveya vê qanûnê de kesên şîdet bidîtana, pêşî lê digirt ku mexdûr bi guman re li heman hawirê bimîne, hewce bike ji mal dûr dixe û ji qada ku nêzî wê be dûr dixe. Wek qanûna jinan tê binavkirin. Temînata jiyaneke bê şîdet bû. Li gorî destûra bingehîn der barê maf û huriyetan de gelek girîng bû. Ji peymanê vekişîn jî bêguman pirsên weke ‘qanûna hejmara 6284 jî di xetereyê de ye?’ tîne hişê mirovan.”
 
‘Şîdeta gumanbaran zêde dibe’
 
Fatmayê daxuyakirin ku piştî biryara feshkirina peymanê şûnde Baroya Eskîşehîrê jî li Dadgeha Bilind doz vekiriye û got ji dozên kuştinên jinan tê fêmkirin ku peyman bi bandor pêk nehatiye û ev tişt anî ziman: “Dema peyman di meriyetê de bû em bi vê re hatin rû hev. Biryara parastinê zû dihat teblîgkirin, bi rojan bi mehan şûnde nayê teblîgkirin û dema biryar bê binpêkirin cezayê girtîgehê ya qanûn dibêje heye. Lê em dibînin ku gumanbar bi vî cezayî re nayên rû hev. Bêguman ev jî cesaretê dide gumanbaran.”
 
‘Daneyên şîdetê nayên qeydkirin’
 
Fatmayê bi lêv kir ku ji bo welatên ku peyman îmze kirine berpirsyariya ‘daneyên şîdetê bigirin’ tê dayîn û di raporên ku Komîteya Şopandina Peymana Stenbolê ya Tirkiyeyê pêşkêş kiriye de, derket holê ku rastiya daneyan tune ye.
 
‘Bi telefonê hat teblîgkirin’
 
Fatmayê di berdewamiyê de mînakek dosyaya der barê biryara parastinê de da û daxuyakirin ku polîs bi telefonê biryara dûrxistinê teblîgê gumanbaran dike û got çawa ku biryara tedbîrê bê girtin divê di hefteyekê de ji aliyê polîsan ve ji gumanbarên şîdetê re bê teblîgkirin. Fatmayê wiha berdewam kir: “Bi telefonê teblîgkirin ne li gorî şêwazê ye. Di 2019’an de li Eskîşehîrê jina bi navê Ayşe Tugba Arslan ji aliyê mêrê bi navê Yalçin Ozalpay ku dest jê berdabû ve hat qetilkirin. Ayşe 23 caran serî li merciyên edlî dide. Peymana Stenbolê dibêje; şîdet hebe, mexdûr û gumanbar neynin cem hev. Lê di vê dozê de ev li ber çavan nehatiye girtin. Ger ku Peymana Stenbolê pêk bihata wê îro Ayşe Tugba Arslan û jinên din ên hatine qetilkirin bijiyana.”