6 sal û 3 meh ceza li Halîde Turkoglu hat birîn

  • 12:39 7 Nîsan 2021
  • Hiqûq
 
AMED - Di doza dihat darizandin de li Endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Halîde Turkoglu 6 sal û 3 meh ceza hat birîn.
 
Bi hinceta endamtiya Kongreya Jinên Azad (KJA), Komeleya Pêşxistin û Lêkolîna Zimanê Kurdî (KURDÎ-DER),  yên bi Biryarnameya Hukmê Qanûnê de (KHK) hat girtin û beşdariya çalakiyên partiyê doz li Endama Meclîsa Partiyê ya (PM) a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  Halîde Turkoglu hatibû vekirin. Biryara rûniştinê ya Halîdeyê hat dîtin. Di rûniştina li 9'emîn Dadgehê Cezayê Giran a Amedê hat dîtin de Halide û parêzerê wê Mehdî Ozdemîr amade bûn. 
 
Meqama îdiayê endamtî û çalakiyên Halideyê beşdar bûne wekî 'propagandaya PKK'ê' îdia kir. Bi vê yekê ji sûcê "endamtiya rêxistinê" ji Halideyê re ceza hat xwestin. 
 
Piştî navbereke kurt dadgehê biryar eşkere kir û 6 sal û 3 meh ceza li Halîdeyê hat birîn. Her wiha biryara berdewamiya tedbîra kontrola edlî jî hat dayin.