4 jê girtî darizandina 5 rojnamegeran dest pê kir

  • 11:59 2 Nîsan 2021
  • Hiqûq
 
WAN - Piştî nûçeya 2 welatî ji helîkopterê hatin avêtin 4 rojnameger hatin girtin. 4 jê girtî darizandina 5 rojnamegeran dest pê kir. Tenê parêzer û 4 rojnameger ji bo rûniştinê girtin. Her wiha telefona rojnamegerên rûniştin dişopandin ji wan hatin girtin.  
 
Yekemîn rûniştina doza nûçegihana me  Şehrîban Abî û nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr, rojnameger Nazan Sala û nûçegihana MA’yê Zeynep Dûrgût a ne girtî tê darizandin ên piştî 2 welatiyên li Wanê ji helîkopterê hatibûn avêtin di 9’ê Cotmeha 2020’an de hatibûn girtin dest pê kir. Rûniştin li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin. Rojnamegerên girtî li girtîgehên lê girtîne û Zeynep Dûrgût jî li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, bi Pergala Ragihandinê ya Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Parêzerên wan jî di rûniştinê de amade bûn. 
 
Bi hinceta pandemiyê rêxistinên pîşeyî negirtin hundur
 
Hevserokên Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firat (DFG) Serdar Altan û Dîcle Muftuoglû, Berdevka Platforma Rojnamgerên Jin ên Mezopotamya (MGKP) Ayşe Guney, Serokê Giştî yê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) Gokhan Dûrmûş, Nûnerê TGS’ê yê Amedê Mahmût Oral, Hevdîrektorê Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqî (MLSA) Veysel Ok, gelek rojnameger û xizmên rojnamegerên girtî ji bo ku beşdarî rûniştinê bibin, di saetên serê sibehê de li ber Edliya Wanê kom bûn. 
 
Dadgehê bi hinceta şewba vîrûsa koronayê, tenê destûr da 4 rojnamegeran ku rûniştinê bişopînin. Destûr nehat dayîn ku nûnerên rêxistinên pîşeyî û xizmên rojnamegeran beşdarî rûniştinê bibin.
 
Rojnamegerên beşdarî rûniştinê bûn jî, telefonên wan hatin girtin.