Hevşaredar Gulîstan û Nîlufer hatin tehliyekirin

  • 16:18 1 Nîsan 2021
  • Hiqûq
 
MÊRDÎN - Hevşaredarên HDP'ê Nîlufer Elîk Yilmaz û Gulîstan Oncu hatin tehliyekirin.
 
Danişîna doza hevşaredara Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Qosera Mêrdînê Nîlufer Elîk Yilmaz û hevşaredara Savura Mêrdînê Gulistan Oncu ku piştî li şûna wan qeyûm hat tayînkirin hatibûn girtin, li Dadgeha 2'yemîn a Giran a Mêrdînê hat dîtin. Nîlufer û Gulîstan ji Girtîgeha Tîpa T ya Tarsusê bi rêya SEGBÎS'ê tevlî daneşînê bûn. Parêzer, xizmên wan û rêxistina HDP'ê ya bajêr beşdarê danişînê bûn. 
 
Her du hevşaredarên ku ji kar hatine dûrxistin, bi hinceta "endamên rêxistinê ne" hatin darizandin. Piştî ku serdozger îdeanameya di derbarê wan de hatiye amadekirin xwend herdû hevşaredar parastina xwe kirin.
 
Hevşaredar Gulîstan Oncu bi kurdî parastina xwe kir wiha got: “HDP partiyek siyasî ye. Di vê çarçoveyê de xebat didan meşandin. Girtina min ilegalîze kirina xebatên me bûn. Ev 16 meh in ez bi awayekî bê hiqûqî li girtîgehê mam. Nasnameya min a siyasî li vir tê lêpirsîn."
 
Di danişînê de parêzerên Gulîstan wiha axivîn: “Muvekîlên me bi beşdarbuna çalekiyên ku bi daxwaza KCK'ê hatine kirin re tên sûcdar kirin. Lê hevşaredar beşdarî çalakiyên li dijî qayumê hatine kirin dibin. Ev ne sûc e. Weke ku li Tirkiyeyê qanûna bingehîn tune ye biryar tên girtin. Di dadgehê de weke hevşaredara kevin tê nîşan kirin." 
 
Nilufer ji sucên ku di derbarê wê de tên îda kirin red kir û daxwaza berdana xwe kir. Piştî hevşaredar û parêzer hatin guhdar kirin şandeya dadgehê ji bo biryarê  navber dan. 
 
Piştî navberê biryara tehliyeya her du hevşaderan hat dayîn.