Li Gulcîhan Şîmşek a TJA'yî 7 sal û 6 meh ceza hat birîn

  • 13:29 31 Adar 2021
  • Hiqûq
 
AMED - Ji doza Gulcîhan Şîmşek a TJA'yî dihat darizandin 7 sal û 6 meh ceza hat birîn.
 
Derbarê aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Gulcîhan Şîmşek de ji ber çalakiyên tevlîbûyî û beyanên şahidê nepen bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” doz lê hatibû vekirin. Danişîna doza Gulcîhan, li 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Danişîna ku Gulcîhan  tevlînebûyî de parêzerên wê Cemîle Tûrhalli Balsak, Gulan Çagin Kalelî û Şivan Cemîl Ozen amade bûn. Dozger, mutaalaya xwe ya di danişîna beriya vê de ku xwestibû Gulcîhan  ji “endamtiya rêxistinê” bê cezakirin dubare kir.
 
Beyanên şahidên nepen
 
Parêzer Şivan Cemîl Ozen, diyar kir ku parastina derbarê esasî de weke nivîskî pêşkeşî dosyayê kirine û anî ziman ku beyanên şahidên nepen ne rast in, derveyî hiqûqê ne. Şivan Cemîl, da zanîn ku vê yekê qebûl nakin û daxwaza beraeta muwekîla xwe kir.
 
‘Tiştekî qanûnî tune ye’
 
Parêzer Cemîle Tûrhalli Balsak jî diyar kir ku çalakiyên bûne mijara dozê divê di çarçoveya azadiya îfade û ramanê de bên nirxandin û anî ziman ku têkildarî îdîayan tu tiştekî qanûnî tune ye. Cemîle, xwest ku dadgeh biryara beraetê bide.
 
‘Delîleke şênber tune ye’
 
Parêzer Gulan Çagin Kalelî jî destnîşan kir ku beyanên şahidên nepen tena serê xwe nikare esas were girtin û da zanîn ku ji xeynî beyanên nepen tenê delîleke şênber di dosyayê de nîne. Gulan daxwaza beraeta muwekîla xwe kir.
 
‘7 sal û 6 meh ceza hat birîn’
 
Dadgehê bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” 5 sal ceza da Gulcîhanê, pişt re nîviyê vî cezayî lê zêde kir û ceza kir 7 sal û 6 meh. Dadgehê têkildarî Gulcîhanê nirxandina “keseke dikare sûc bike” kir û ceza danexist.