Kesê tecawizî Fatma Altinmakas kir wekî şahid hat guhdarkirin!

  • 15:32 30 Adar 2021
  • Hiqûq
 
AGIRÎ - Di daneşîna Doza Kazim Altinmakas ê ku Fatma Altinmakas qetil kir de Sînan Altinmakas ê ku tecawizî Fatmayê kir wekî şahid hat guhdarkirin.
 
Li navçeya Melezgirt a Mûşê, Sînan Altinmakas, tecawizî Fatma Altinmakas kiribû, piştî ku Fatma li Sînan Altinmakas gilî kiribû ji aliyê Kazim Altinmakas ve di 14'ê Tîrmeha 2020'î de hatibû qetilkirin. Daneşîna 1'emîn a doza ku derbarê qetilkirina Fatmayê de hatibû vekirin li Dadgeha Cezayê Giran a Panosê hat dîtin. Di daneşînê de parêzerên malabta Fatmayê amade bûn. Kazim Altinmakas ê ku bi cezayê hata hetayê tê darizandin jî bi rêya Sîtema Deng û Dîmen (SEGBÎS) tevli daneşînê bû.  
 
Îfade bi nakok in
 
Daneşîn bi tespîta nasnameyan hat destpêkirin û di serî de bersûc Kazim Altinmakas parastin kir. Bersûc îda kir ku dema hewl daye çekê ji destê fatmayê derxîne teqiyaye. 
 
'Bi zarokên xwe hat tehdîtkirin'
 
Piştre ji şahidan Fatma Ayaz diyar kir ku birayê bersûc Sînan Altinmakas Fatma bi zarokên wê tehdît kiriye û tecawizî wê kiriye. Fatma diyar kir ku piştî serlêdana sûc a yekem Sînan Altinmakas telefonî wê kiriye, gotiye ku Kazim Altinmakas Fatma bi kuştinê tehdît dike. 
 
'Bi biryara malbatê hat qetilkirin'
 
Piştre Sînan ê ku tê gotin tecawizî Fatmayê kiriye jî wekî şahid hat  guhdarîkirin. Sînan Altinmakas diayr kir ku ew sûcdariyên derbarê xwe de red dike û wiha got, "Birayê min Kazim telefonî min kir û gotiye ku ew ê hevjîna xwe bikuje. Min jî got nekuje bişîne mala bavê wê. Birayê min ev biryara bi carekê re biryar kuştinê nedaye û dema ku ez li girtîgehê çûm serdana wî diyar kir ku li ser biryara mezinên malbatê wî hevjîna xwe kuştiye."
 
'Divê kesek tenê ney êdarizandin'
 
Parêzerê Fatmayê Mîr Bedîrhan Ayaz jî got ku îdaname ne têrker e û divê ji dozeke wiha tenê kesek ney êdarizandin. Mîr Bedîrhan diyar kir ku ev qetlîameke bi destên gelek kesî hatiye kirine û ji ber ku serlêdana fatmayê ya ewil a sûc esas nehatiye girtin fatma hatiye qetilkirin. 
 
Heyeta dadgehê biryar da ku qeydên telefona Sînan Altinmakas bên tespîtkirin, rewşa girtî ya Kazim Altinmakas berdewam bike û daneşîn taloqî 6'ê Gulanê kir.