Dadgehê bersûc ji sûcê 'destdirêjiyê' darizand

  • 14:24 30 Adar 2021
  • Hiqûq
 
AGIRÎ - Li Nîzamettîn Şahîn ê ku êrîşa zayendî li zarokekê kir 11 sal ceza hat birîn. Lê parêzerên zarokê diyar kirin ku ew ê biryarê bibin îstînafê û gotin ku divê ceza ji sûcê "êrîşa zayandî" bê dayîn. 
 
Li Agiriyê di 17'ê Tîrmeha 2020'î de Nîzamettîn Şahîn ê ku Serokê Lijneya Rêveberiya Yekitiya Heywanên Dolê û Xwedîkirina Dewara ye, êrîşa zayendî li zarokekê kir û ji ber êrîşê doz lê hatibû vekirin. Daneşîna dozê li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Agiriyê hat dîtin. Bersûc Nîzamettîn Şahîn li Girtîgeha Panosê ya Tîpa L bi rêya Sîstema Deng û Dîmen (SEGBÎS) tevli daneşînê bû, zaqroka ku êrîşa zayendî lê hat kirin û malbata xwe li gel parêzerên Komeleya Destpêkê Zarok û Jin tevli daneşînê bûn. 
 
Bersûc Nîzametîn Şahîn ku di daneşînê de parastina xwe kir, sûcdariyên derbarê xwe de red kirin. 
 
Parêzerên zaroka ku bi êrîşa zayendî re rûbirû ma, xwestin ku Nîzamettîn Şahîn ê bersûc ji sûcê "Êrîşa zayendî ya li zarokê" bê darizandin. 
 
Dozger jî di mijara sûcê hatiye kirin de daxwaza parêzeran pejirand.
 
'Divê  ceza ji "Sûcê êrîşa zayendî bê dayîn'
 
Heyeta dadgehê biryara xwe aşkera kir û li Nîzamettîn Şahîn ji sûcê, "destdirêjiyê" 5 sal, ji sûcê, "ji azadiyê mahrûmkirinê" jî 6 sal ceza birî û xest ku rewşa wî ya girtî berdewam bike.  Endamekî heyetê jî got ku li hember zarokê "sûcê êrîşa zayendî" hatiye kirin. 
 
Parêzerên zaroka ku êrîşa zayendî lê hatiye kirin, gotin ku ewê dozê bibin îstînafê û xwestin ceza "ji sûcê êrîşa zayendî" bê dayîn. 
 
İstismara maruz bırakılan çocuğun avukatları, kararı istinafa taşıyacaklarını aktararak, cezanın "çocuğa cinsel istismar" suçundan verilmesi gerektiğine dikkat çekti.