Daneşîna doza hevşaredar Naşîde Toprak hat taloqkirin

  • 12:08 30 Adar 2021
  • Hiqûq
 
AMED - Danişîna doza derbarê Hevşaredara Farqînê Naşîde Toprak de hatibû vekirin, hat taloqkirin.
 
Derbarê Hevşaredara Farqînê Naşîde Toprak ya qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin û ji peywîrê hat girtin de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê kiriye” doz hatibû vekirin. Danişîna dozê li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Naşîde beşdarî doza ku jê negirtî tê darizandin nebû lê parêzerê wê Bûrhan Arta li daneşînê amade bû.
  
Di îdianameyê de derbarê Naşîde de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê kirine” ji 7 salan heta 20 salan cezayê zindanê tê xwestin.
 
Şandeya dadgehê ji bo kemasiyên di dosyayê de bên temamkirin, danişîn taloqî 7’ê Îlonê kir.