Kujerên Muhammed ê 9 salî tahliye bûn

  • 09:05 29 Adar 2021
  • Hiqûq
Şehrîban Aslan
 
AMED - Sala borî zarokê bi navê Muhammed Velî Duzmez yê 9 salî li Çinarê hatibû qetilkirin û ji bo 3 gumanbarên bûyerê tahliye hat dayîn.
 
Zarokê bi navê Muhammed Velî Dumez yê 9 salî li taxa Sergelya a Çinara Amedê di 21’ê Çile de winda bibû. Muhammed li xaniyekî xerabe bi giranî birîndar hatibû dîtin û li nexweşxanê jiyana xwe ji dest dabû. Der barê qetilkirina Muhammed de 6 xizmen wî hatin girtin û piştre hatin berdan. Di çarçoveya lêpirsînê de meta Muhemmed ê zarok Husnugul Taş, kur metên wî E.T û O.F.T, B.T, S.O. û xalê wî Veysî Taş hatibûn binçavkirin. E.T, O.F.T û B.T. piştî îfadeyê hatin berdan. Husnugul Taş, Veysî Taş û zarokî gumanbar di 14’ê Adara 2020’an de hatin girtin. Der barê wan de ji aliyê serdozgeriya Komarê ya Amedê ve ji sûcên ‘ji qestî kes kuştin’ û ‘bi eziyet kes kuştin e’ îdianame hat amadekirin.
 
Husnugul Taş di îfadeya xwe ya 12’ê Adara 2020’î de îdia kir ku ew nizane ku çima xwîna Muhammed li ber deriyê wê hatiye dîtin û got roja bûyerê qet dest nedayê.
 
Tiştên ku şahidê veşarî vegot înkar kir
 
Veysî taş jî di îfadeya xwe ya 14’ê Adara 2020’î de diyar kir ku roja bûyerê piştî saetên nîvro çûye mala Husnugulê destên xwe şûştiye, xwîn li destê wî tunebûye û cilên xwe guhertiye. Gumanbar Veysî got xaniyê ku Muhammed lê hatiye dîtin, qet neçûyê. Ji Veysî îfadeya şahidê veşarî ya wê şevê hat pirsîn. Şahidê veşarî diyar kiribû ku şeva bûyerê Husnugul hatiye dukana berber a Veysî û gotiye ‘lezke karê me li malê heye. Bi lez were’ û piştre Husnugul sê caran hatiye û gazî Veysî kiriye. Veysî îdia kir ku tiştek wisa nayê bîra wî û tu eleqeya dildariyê ya wî bi Husnugulê re tune ye û got ku bi derewan wan sûcdar dikin.
 
‘Min destê xwe bi ava qirêj şûşt’
 
Zarokê di îdianameyê de wek gumanbar dihat dîtin jî wiha got: “Roja bûyerê me li kahweya Î. bi kur metên xwe Hanefî Katar û Mehmet re okey dilîst. Piştre  em çûn qehwexaneya Ramazan. Ez dema derketim saet 22.05 bû. Ez texmînî 5 an jî 10 deqeyan mam. Apê min Îdrîs Ortaş, Vahît Ozer û Sbahat Çakil okey dilîstin. Bavê min jî televîzyon temaşe dikir. Ez saet di 22.05’an de derketim. Ez hatim ber deriyê Adem Katar wan di avahiya xerabe de jinekê (Husnugul Taş) û mêrekî bi Kurdî bêdeng diaxivin, digotin ‘kes tune were’. Mêr jî digot ‘temam temam’. Ev mêr jî Veysî Taş bû. Ez bawer im. Çawa deng hat min ez ji ber mala Adem Katar çend gavan şûnde çûm. Piştre dengê girtina derî hat. 4-5 sal berê ev xanî aydê me bû. Ew derî jî zehmet dihat girtin. Ez vê baş dizanim. Piştre cesaret hat min û ez katim hundir. Tarî bû. Min çakmak pêxist û Muhammed Velî Dumez li erdê bû. Min mêze kir ku miriye. Piştre reviyam û çûm di ava qirêj ya taxê de min destê xwe şûşt. Min got bila kes nekeve gumanê û çûm ber kahweyê.”
 
Di îdianameyê de hat gotin ku di lêkolînên hatine kirin de xwîna li ber deriyê Husnugulê û xwîna Muhammed hev digirin û hat diyarkirin ku Muhammed ê li xaniyê xerabe hatiye dîtin dibe ku li wir hatibe kuştin.
 
Ceza hat xwestin
 
Di îdianameyê de hat gotin ku wê delîl bên nirxandin, îfadeyên Veysî Taş û Husnugul Taş binakokin û hewl didin xwe ji vî sûcî xilas bikin, gumanên têr ava bûne lê tespîteke şênber nehatiye dîtin. Dozger di rapora otopsiyê de destnîşan kir ku Muhammed bi kêrê hatiye qetilkirin û daxwaza ji sûcê ‘ji qestî kes kuştin’ û ‘bi eziyet kes kuştin’ ceza xwest.
 
Îdianameya hat amadekirin ji aliyê 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin û sê runiştinên dozê hatin dîtin. Di runiştina dawî de sê gumanbar hatin tahliyekirin.