Ji bo Gulîstan Ensarioglu 10 sal ceza hat xwestin

  • 13:42 24 Adar 2021
  • Hiqûq
AMED - Di rûniştina Hevseroka Şaredariya Gêlê Gulîstan Ensarioglu  de 10 sal ceza ji bo Gulistanê hat xwestin. 
 
Di çarçoveya lêpirsîna KCD'ê de di 30'ê Cotmehê de bi ser malan de hatibû girtin û Hevseroka Şaredariya Gêlê Gulîstan Ensarioglu hatibû binçavkirin. 2'yemîn rûniştina doza bi îdiya "endamtiya rêxistinê" hatibû vekirin li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Parêzerên Gulistanê Feride Laçin û Ugur Bingol beşdar bûn. Di rûniştinê de 10 sal ceza hat xwestin. 
 
Rûniştin taloq3i 28'ê Hezîranê hat kirin.