Dema binçavkirina Bêrîvan Ado hat dirêjkirin

  • 17:06 1 Adar 2021
  • Hiqûq
MARDÎN - Berîvan Ado ya di encama lêpirsîna ji aliyê Serdzgera Komarê ya Stenbolê hat destpêkirin de hatibû binçavkirin û biribûn Stenbolê.  Hat diyarkirin ku dema binçavkirina Bêrîvanê 4 rojên din hatiye dirjêkirin. 
 
Berîvan Ado di encama lêpirsîna ku ji aliyê serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve di Kanûna 2020'î de hat destpêkirin, di 26'ê Sibatê de ji aliyê cendermayan ve li gundê Hêlfê yê girêdayî navçeya Qoser hatibu binçavkirin. Li gorî agahiyên me ji malbat û parêzerên Berîvan girtin ew birine  Stenbolê û hat diyarkirin ku dema binçavkirina wê jî 4 rojên din hatiye dirêjkirin.