Nehiştin rojnamevan tevlî danişîna doza kujerê Îpek Er bibin

  • 12:41 25 Sibat 2021
  • Hiqûq
 
SÊRT - Rûniştina doza darizandina çawişê pispor Mûsa Orhan dest pê kir. Destûr nehate dayin ku rojnameger tevlî danişînê bibin. 
 
Çawişê pispor Mûsa Orhan ku destavêt Îpek Er û bû sedema xwekuştina wê, ji sûcê "êrişa zayendî ya giran" tê darizandin. Rûniştina 2'emîn a dozê li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê pêk tê.
 
Malbata Îpek, parêzerên Baroyên Sêrt û Êlihê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxên Sêrt û Êlihê û Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) tevlî bûn.
 
Rojnamevanan xwestin rûniştina dozê bişopînin lê belê destûr nedan wan. Polîsan diyar kirin ku Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê ferman daye ku divê rojnamevan nekevin edliyeyê.
 
Nûnerên Meclîsa Jinê ya HDP'ê û Tevgera Jinên Azad jî nekarîn tevlî rûniştinê bibin.
 
Rûniştina dozê dewam dike.