Kujerên Ayşe Çeçen beraet kirin

  • 15:31 24 Sibat 2021
  • Hiqûq
 
MÊRDÎN - Danişîna doza Ayşe Çeçena ji aliyê ferdên malbatê ve hatiye qetilkirin îro hat dîtin. Lê kujerên Ayşe Çeçen îro beraet kirin. 
 
4'emîn danişîna doza Ayşe Çeçen di 5'emîn Cezayê Giran a Mêrdînê îro hat dîtin. Bersûc bavê Ayşe Çeçen, Mehmut Faruk Çeçen, apên wê  Îdrîs Çeçen, Îsmaîl Çeçen û parêzerên bersûcan beşdarî daneşînê bûn. 
 
Di destpêka daneşînê de serdozger îdanameyê xwend û bi hinceta delîl têr nake beraeta bersûcan xwest. Piştî axaftina serdozger mafê axaftinê dan bersûcan. Her wiha şandeya dadgehê daxwaza serdozger a beraeta bersûcan erê kir. 
 
Di sala 2013'yan de malbata Ayşe Çeçen a li navçeya Qosera Mêrdînê dimînin bi îdaya Ayşe Çeçen "winda bûye" serî li qereqolê dan. Lê beriya salekî cesedê Ayşe Çeçen ji aliyê asayîşa Rêveberiya Xweser a Rojava ve di sînorên bajarê Qamişlo de bi şeklê ku hatiye binaxkirin hat dîtin. 
 
Hat zanîn ku Ayşe Çeçen ji aliyê çawişê pispor E.T ve bi tecawizê re rûbirû maye û ji ber gefên malbatê di stargeha jinan de maye. Pişre jî ji aliyê bavê xwe û apên xwe ve tê revandin û li sînorên Rojava tê kuştin.