Rûniştina doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin

  • 13:37 24 Sibat 2021
  • Hiqûq
 
STENBOL - Rûniştina doza derbarê Hevgerînendeyê Weşana Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê Huseyîn Aykol, Midura ji Karên Nivîsê berpirsiyar Reyhan Çapan û nivîskaran de hatibû vekirin  ji aliyê dadgehê ve hat taloqkirin. 
 
Ji ber serenavê “Rêveberiya qesrê har bû” yê di 8’ê Îlona 2015’an de di Rojnameya Ozgur Gundem a ji Biryarnameya di Hikmê Qanûnê (KHK) de, bi ideaya “ji serokkomar re heqaret” û “propagandaya rêxistinê kirinê” ji Hevgerînendeyê Weşana Giştî yê rojnameyê Huseyîn Aykol, Midura ji Karên Nivîsê Berpirsyar Reyhan Çapan, nivîskar Hasan Başak û Kemal Aykût de doz hatibû vekirin. Rûniştina dozê li 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê pêk hat. Di danişîna ku rojnamevan beşdar nebûn de parêzer Ozcan Kiliç amade bû. Şandeya Dadgehê, biryar da ku li benda înfazkirina biryara girtinê ya derbarê Hasan Başak û Kemal Yakût de hatiye derxistin bimînin û danişîn taloqî 22’yê Hezîranê kir.