Danişîna rojnameger Rûken Demîr hat taloqkirin

  • 17:13 23 Sibat 2021
  • Hiqûq
 
ÎZMÎR - Danişîna doza rojnameger Rûken Demîr taloqê 8'ê hezîranê kirin. 
 
Danişîna doza nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Rûken Demîr li 19'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmirê hat dîtin. Dozger bi hinceta bi çavkaniyên xwe yên nûçeyan re hevdîtin kiriye bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê" doz li Rûken vekiribû. Demîr di 26'ê Mijdara 2019'an de hatibû girtin û di danişîna ewil a 6'ê adarê de hatibû berdan. Di danişînê de parêzerê Rûken Demîr Zafer Încîn amade bû.
 
Piştî tespîta nasnameyê danişîn dest pê kir. Şandeya dadgeha biryara hatina raporên harddisk û materyalên ku di danişîna derbasbûyî de hatibûn xwestin da û danişîn taloqî 8’ê hezîranê kir.
 
Şandeya dadgehê, ji bergiriyên kontrola edlî îmze rakir û biryara berdewama qedexeya derveyî welat da. Ji materyalên dîjîtal ên îmaja wan hatin wergirtin teslîmî Rûken Demîr hatin kirin.