Cerdevanê destdirêjî li zarokê kir 23 sal cez lê hat birîn

  • 15:48 19 Sibat 2021
  • Hiqûq
MÊRDÎN - Ji cerdevan Mehmet Elî K’yê ku li navçeya Kercewsê destdirêjî li zaroka 7 salî kir 23 sal cezayê girtîgehê hat dayîn.
 
Danişîna biryarê ya doza cerdevan Mehmet Alî K.’yê 37 salî ku li navçeya Kercewsa Êlihê destdirêjî li zaroka 7 salî kir tê darizandin, duh li Dadgeha Cezayê Giran a Mîdyadê hat dîtin. Mehmet Alî K’yê ku li Girtîgeha Midyadê ya Tîpa M dimîne li eywana danişînê amade bû. Di heman demê de parêzerên aliyan û xizmên wan jî tevlî danişînê bûn. Piştî tespîtkirina nasnameyan daxwaza tevlîbûnê ya parêzerên endamên Navenda Mafên Zarokan û Jinan a Baroya Mêrdînê hat nirxandin. Şandeya dadgehê daxwaza baroyê red kir.  Parêzerên zarokê xwestin ku ji ber sûcê bersûc diyare divê were cezakirin. Bersûc Mehmet Alî K. jî sûcê jê dihat darizandin qebûl kir û wiha got: “Min ji nişkave xetayek kir. Lêborîna xwe dixwazim. Poşman im.”
 
Şandeya Dadgehê ji sûcên “li zarokê destdirêjî kiriye” 14 sal, “kesekê ji azadiyê bêpar hiştiye” 9 sal bi giştî 23 sal cezayê girtîgehê li bersûc birî. Dadgehê di cezayê birî de ceza kêm nekir.