Rûniştina nûçegîhana me Melîke Aydin hat taloqkirin

  • 14:40 11 Sibat 2021
  • Hiqûq
 
ÎZMÎR - Doza têkildarî nûçegîhana me Melîke Aydin ji bo delîlên di dosyayê de cih digirin ji TEM'ê dîsa bê şandin û ji bo guhdarîkirina li şahidên di dosyayê de, hat taloqkirin. 
 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê dest pê kir de nûçeyên di 2018'an de yên têkidlarî grevên birçîbûnê, çalakiyên Zinarên Qazê, nûçeyên têkildarî çalakiyên komkujiyên jinan de wekî hincet hatin nîşandan û nûçegîhana me Melîke Aydin bi îdiaya "Faalite li ser navê rêxistinê" di 12'ê Mijdara 2019'an de hat girtin. 2'yemîn rûniştina doza Melîkeya di 30'ê Çileya 2020'î de hat berdan li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran hat dîtin. Komeleya Xebatkarên Hiqûq û Medyayê (MLSA), Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Îzmîrê, parêzerên Komeleya Rojeva Mafên Mirovan rûniştin şopandin. 
 
Doza têkildarî nûçegîhana me Melîke Aydin ji bo delîlên di dosyayê de cih digirin ji TEM'ê dîsa bê şandin û ji bo guhdarîkirina li şahidên di dosyayê de, taloqî 8'ê Hezîranê hat kirin.