Doza Fatma Gultekîn hat dîtin

  • 14:53 27 Çile 2021
  • Hiqûq
 
AMED - Doza yek ji damezrînerên Komeleya Jinan a Rosayê Fatma Gultekîn taloqî 9'ê Hezîranê hat kirin.
 
Daneşîna 3'emîn a doza ku yek ji damezrînera Komeleya Jinan a Rosayê jê dihat darizandin li 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Di daneşînê de Fatma û parêzerê xwe Şehmus Bayhan amade bûn.
 
Heyeta Dadgehê ji Fatmayê re got ku ew li benda rapora lêkolînkirina alavên wê yên dijîtal, temamkirina belgeyên kêm in û daneşîn taloqî 9'ê Hezîranê kir.