Doza Fatma Gultekîn hat dîtin 2021-01-27 14:53:10     AMED - Doza yek ji damezrînerên Komeleya Jinan a Rosayê Fatma Gultekîn taloqî 9'ê Hezîranê hat kirin.   Daneşîna 3'emîn a doza ku yek ji damezrînera Komeleya Jinan a Rosayê jê dihat darizandin li 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Di daneşînê de Fatma û parêzerê xwe Şehmus Bayhan amade bûn.   Heyeta Dadgehê ji Fatmayê re got ku ew li benda rapora lêkolînkirina alavên wê yên dijîtal, temamkirina belgeyên kêm in û daneşîn taloqî 9'ê Hezîranê kir.