Rûniştina Hevserok Naşîde Toprak hat taloqkirin

  • 11:38 14 Çile 2021
  • Hiqûq
AMED - Rûniştina Hevseroka Şaredariya Farqînê Naşîde Toprak a ku dewsa wê qeyûm hat tayinkirin ji ber kêmasiyan taloqî 30'yê Adarê hat kirin. 
 
2'yemîn rûniştina  Hevseroka Şaredariya Farqînê Naşîde Toprak ku dewsa wê qeyûm hat tayinkirin a bi hinceta "Endamtiya rêxistinê" dihat darizandin li 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Naşide û parêzerên wê Burhan Arta û Mahsuni Karaman beşdarî rûniştinê bûn. 
 
Rûniştin bi tespîta nasnameyan dest pê kir. 
 
Parêzerên mafê axaftinê girtin xwestin kêmasiyên têkidarî dosyayê de bê temamkirin. 
 
Heyeta dadgehê daxwaza parêzeran qebûl kir û rûniştin taloqî 30'yê Adarê kir.