Rûniştina Hevserok Naşîde Toprak hat taloqkirin 2021-01-14 11:38:01   AMED - Rûniştina Hevseroka Şaredariya Farqînê Naşîde Toprak a ku dewsa wê qeyûm hat tayinkirin ji ber kêmasiyan taloqî 30'yê Adarê hat kirin.    2'yemîn rûniştina  Hevseroka Şaredariya Farqînê Naşîde Toprak ku dewsa wê qeyûm hat tayinkirin a bi hinceta "Endamtiya rêxistinê" dihat darizandin li 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Naşide û parêzerên wê Burhan Arta û Mahsuni Karaman beşdarî rûniştinê bûn.    Rûniştin bi tespîta nasnameyan dest pê kir.    Parêzerên mafê axaftinê girtin xwestin kêmasiyên têkidarî dosyayê de bê temamkirin.    Heyeta dadgehê daxwaza parêzeran qebûl kir û rûniştin taloqî 30'yê Adarê kir.