Ji bo endama Komeleya Rosayê cezayê hepsê hat xwestin

  • 14:56 11 Mijdar 2020
  • Hiqûq
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo Endama Komeleya Jinan a Rojsayê Sevîm Coşkun ji ber kar û xebatên komeleyê ji7 salan heta 15 salan cezayê girtîgehê hat xwestin. 
 
Endma Komelya Jinan a Rosayê Sevîm Coşkun ku pîtî lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hat destpêkirin di 22'yê Gulanê de hat binçavkirin û hatibû girtin. Sevîm a ku bi sûcdariya "Endamtiya rêxistinê" tê darizandin daneşîna doza wê li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. 
 
Sevîmê ji Girtîgeha Jinan a Amedê bi rêya SEGBÎS'ê tevli daneşînê hat kirin û parêzerên wê Elîf Tiranç û Halîl Îbrahîm Erdogan jî li eywana daneşînê amade bûn. Di daneşînê de makamê îdayê, mutalaya xwe pêşkêşî dadgehê kir. 
 
Dozger xwest ku sevîmê ji ber sûcê "endamtiya rêxistinê" bê cezakirin û rewşa wê ya girtî bê berdewamkirin. 
 
Tehliyeya xwe xwest
 
Sevîm ê parastina xwe kir, got ku 8 kesên din ji heman dosyayê tên darizandin û pitre jî ev kes hatine tehliyekirin.
 
Parêzerên Sevîmê jî xestin ku bi şertê kontrola edlî Sevîmê bê tehliyekirin û ji bo mutalaya di daneşîna bê de dem xwestin. 
 
Heyeta dadgehê piştî navbereke kurt daxwaza parêzeran a ji bo amadekirina mutalaya di daneşîna bê de qebûl kir, daxwaza tahliyeyê red kir û daneşîn taloqî 23  kanûnê kir.