Ji bo endama Komeleya Rosayê cezayê hepsê hat xwestin 2020-11-11 14:56:07   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo Endama Komeleya Jinan a Rojsayê Sevîm Coşkun ji ber kar û xebatên komeleyê ji7 salan heta 15 salan cezayê girtîgehê hat xwestin.    Endma Komelya Jinan a Rosayê Sevîm Coşkun ku pîtî lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hat destpêkirin di 22'yê Gulanê de hat binçavkirin û hatibû girtin. Sevîm a ku bi sûcdariya "Endamtiya rêxistinê" tê darizandin daneşîna doza wê li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin.    Sevîmê ji Girtîgeha Jinan a Amedê bi rêya SEGBÎS'ê tevli daneşînê hat kirin û parêzerên wê Elîf Tiranç û Halîl Îbrahîm Erdogan jî li eywana daneşînê amade bûn. Di daneşînê de makamê îdayê, mutalaya xwe pêşkêşî dadgehê kir.    Dozger xwest ku sevîmê ji ber sûcê "endamtiya rêxistinê" bê cezakirin û rewşa wê ya girtî bê berdewamkirin.    Tehliyeya xwe xwest   Sevîm ê parastina xwe kir, got ku 8 kesên din ji heman dosyayê tên darizandin û pitre jî ev kes hatine tehliyekirin.   Parêzerên Sevîmê jî xestin ku bi şertê kontrola edlî Sevîmê bê tehliyekirin û ji bo mutalaya di daneşîna bê de dem xwestin.    Heyeta dadgehê piştî navbereke kurt daxwaza parêzeran a ji bo amadekirina mutalaya di daneşîna bê de qebûl kir, daxwaza tahliyeyê red kir û daneşîn taloqî 23  kanûnê kir.