Daneşîna doza Eren Keskîn hat taloqkirin

  • 15:18 22 Cotmeh 2020
  • Hiqûq
STENBOL - Daneşîna doza Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn ku ji ber parvekirinên xwe yên li ser medya civakî jê tê darizandin hat dîtin. Daneşîn taloqî 24'ê Kanûnê hat kirin.
 
Daneşîna doza Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn ku ji ber parvekirinên xwe yên li ser medya civakî jê tê darizandin li 36’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaylayana Stenbolê hat dîtin. Eren Keskîn û parêzerên wê beşdarî danişînê bûn. Di danişînê de, ewil dozger axivî û xwest ev dosya bi dosyayekê din a li 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê dewam re bibe yek. 
 
'Divê dozên wiha neyên vekirin'
 
Erenê di parastina kir de, biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) ya ji bo Sirri Sureyya Ondar û Akademîsyenên Ji Bo Aştiyê dayî bi bîr xist û wiha got: “Dadgeha Qanûna Bingehîn biryara îhlalê da bû. Divê êdî dozên wiha neyin vekirin. Em ne mecbûrin ku mîna dewletê bifikirin.”
 
Doz hat taloqkirin
 
Şandeya dadgehê piştî parastinan Erenê biryara xwe aşkere kir. Dadgehê xwest ku daxwaza dozger a ev dosya bi dosyayekê din a li 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê dewam re bibe yek bê nirxandin û danişîn taloqî 24’ê Kanûnê kir.