Doza Ozgur Gundemî dîsa hat taloqkirin

  • 13:10 9 Îlon 2020
  • Hiqûq
 
STENBOL - Daneşîna Doza Rojnameya Ozgur Gundemê ku bi KHK'ê hat girtin dîsa hat taloqkirin.
 
Daneşîna doza sereke ya Rojnameya Ozgur Gundemê ku bi KHK’ê hatibû girtin, li 23’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê hat dîtin. Di daneşînê de Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameyê Kemal Sancili, Gerînendeyê Giştî yê Rojnameyê Zana Kaya, Midurê Karê Nivîsê yê Rojnameyê Înan Kizilkaya û Eren Keskîn hatin darizandin. Tenê Eren Keskîn tevlî daneşînê bû.
 
Ji ber sedem nîşandana parêzeran daneşîn taloqî 24’ê kanûnê bû.